SÎLOPÎ: Li navçeya Sîlopiya Şirnexê jî bi heman armancê di pêşengiya saziyên sivîl ên civakî de komkirina alîkariyê bi hemû hêz û bezê berdewam dike. Alikariya ku tê komkirin li embara tenişta avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê tê komkirin. Alîkariya ku li vir jî hat komkirin bi kamyonan ber bi Nisêbînê ve şandin. Bi tevahî 350 telîs aravan û zexîrê salê şandin Nisêbînê. Serokê Komeleya SİLKO-DER'ê Selim Taşkin, diyar kir ku alîkariyî peyvirek mirovahî ye û dê alîkariya wan berdewam bike.
HEZEX: Li navçeya Hezexa Şirnexê jî bi heman armancê Komeleya Piştevanî û Alikariya Gelê Hezexê (İHYADER) û Şaredariya Hezexê hevpar alîkariyê kom dikin. Di çarçoveya kampanyaye bi tevlêbûna saziyen sivîl ên civakî û BDP'ê li tax û kolanan alîkariya zexîre û xwarinên din tên komkirin. Alîkariya ku li pêş avahiya Şaredariyê hat komkirin bi kamyonan şandin Nisêbînêi.
KOP: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Kopê ya Mûşê jî ji bo alîkariyê bide Gelê Rojava bi piştgiriya Şaredariya Kopê li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokê BDP'ê Nusret Filiz, bang li hemû gelê Kopê kir û xwest ji bo piştevaniya gelê Rojava dest bidin dest hev û alîkariyê bidin gelê Rojava.
NISÊBÎN:11 kamyon û TIR'ek alîkariya ku ji Qoser, Sîlopî, Amed û deverên din hatin komkirin gihiştin Nisêbînê û bi konvoyekê birin Deriyê Sînor ê Hidûdê Qamişlo. Ji Qoserê 5 kamyon, ji amedê 4 kamyon ji Sîlopiyê 2 kamyon û 1 TIR'ek, hatin komkirin û şandin Rojava. Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Gelê Sîlopiyê Selim Taşkin, li ber Navenda Çanda Mîtannî ya Nisêbînê daxuyanî da û diyar kir ku dê alîkariya wan berdewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN
Alîkariya li Dîlokê wê bişînin Rojava
Alîkariya bi gelê Rojava re tê kirin berdewam dike. Kampanya alîkariya ji bo gelê Rojava ku li Mêrdîn, Şirnex, Amed û Êlihê dest pê kir, li bajarên Serhedê, Edene, Mêrsîn û Dîlokê berdewam dike. Kampanya alîkariyê ku ji aliyê Platforma Piştevaniya Gelê Rojava ve hatiye destpêkirin li Dîlokê jî bi lez û bez didome. Alîkariya ku di pêşengiya Platforma Piştevaniya Gelê Rojava de hat destpêkirin bi tevlêbûna sazî û rêxistinên KESK, BDP, ÎHD, Kurdİ-DER û HDK'ê li Dîlokê didome. Berdekê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Dîlokê û endamê Platforma Piştevaniya Gelê Sûriyê Omer Faruk Koç, diyar kir ku alîkariya wan a ji bo gelê Rojava berdewam dike û kengî gihiştin armanca xwe wê demê dê alîkariyê di deriyê Sînorê Akçakale re bişînin. Koç, diyar kir ku kampanya alîkariyê ku li Nisêbîn û Amedê dest pê kir, li Dîlokê jî berdewam dikin. Koç, anî ziman ku ji ber li ser gelê Rojava yên Kurd û ereb ambargo heye pêdivî bi vê alîkariya mirovahiyê dîtin û wiha got: "Em alîkariya zeqîre, qût û xwarinê û alîkariya pêdiviyê mirovahiyê ji bo gelê Rojava kom dikin. Heta niha me nêzî 2 kamyon alîkarî kom kiriye. Em dê bi alkikariya Şaredariya Pirsûsê bişinin gelê rojeva.
Koç ,anî ziman ku alîkariyê li navçeya Şehitkamilê li ber nûnertiya BDP'a Gazikentê kom dikin û dê di demek nêzik de ji Gelê Rojava re bişînin. Koç, bang li her kesî kir û xwest piştevaniya xwe berdewam bikin.
DÎHA/DÎLOK