Aktîvîstên kampanya rastî eleqeyek mezin a welatiyan tê. Sentêrê Rewşênbirî ya Herîr jî piştgirî da kampanyayê. Li Herîrê welatîyekî bi xwîna xwê qaxiz îmze kir. Aktîvîsten kampanya li Şaqlava jî bi keyfxweşî hatin pêşvazîkirin. Hezin Asayîşê, Rûsipîyen Şeqlawa û welatîyen Ereb ya demên berê li Şeqlewa hatibûn bicîhkirin jî alîkarî dan kampanya ye. Welatîyen Xelîfan jî bi alaqêyek mezin tev li kampanya bû. Lê kampanya ji alîyê Asayîşa Xalîfan ji bo demekê hate astengkirin. Piştê ku hewladan çêbûn kampanya disa berdevamkir. Welatiyên Qeladizê bi helwestek xurt aktîvîsten kampanya pêşvazîkir û piştgirîya xwe da kampanya.

Rayadarên Dûhokê asteng dikin
Ji alîyek din jî Nûnerê Gowara Hawdêm ya Dûhokê Kawa Kerîm Hesên derbarê karên kampanyayê ya li Dûhokê agahî da. Hesên diyar kir ku Rayadarên Dûhokê hêjî karên kampanya asteng dikin û nahêlin aktîvîsten kampanyayê wajoyan kom bike. Hesên da zanîn ku ev çend carin ji bo destûrê diçin Parêzgeha Dûhokê lê her car jî bi hincêten cûr be cûr destûr nadin.

 DÎHA/HEWLÊR