Rêxistin, parlementer û kesayetên navdar ên Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke mezin didin Kampanyaya bi navê “Na ji bo mayîna baregehên leşkerî û sîxûrî yên Tirkiyeyê” li hemberî baregehên leşkerî û sîxûrî yên li dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê. Helbestkarê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes jî piştgirî da kampanyayê.
Kampanyaya ji aliyê Kovara Hawdem a di 19'ê cotmehê de li Herêma Kurdistanê ya bi navê a "Ji Baregehên Tirkiyeyê re na" hate destpêkirin berdewam dike. Hate ragihandin ku di encama kampanyayê de zêdetirê 300 hezar îmze hatine berhevkirin.
Parlementer, rewşembîr, rêxistinên sivîl, nunerên partiyên siyasî û hunermendên Kurd piştgiriyeke xurt didin kampanyayê.
Herî dawî helbestkarê Kurd ê navdar û naskirî Şêrko Bêkes jî piştgirî da kampanyayê. Şêrko Bêkes ji kovara Hawdemê re axivî û diyar kir ku ew piştgirî dide ciwanên ku dest bi vê kampanyayê kirine û keyfxweşiya xwe anî ziman. Bêkes got; “Divê em ji bo parastina azadiya Kurdistanê şiyar bin.”
Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Parlementerê Parlementoya Iraqê yê Kurd Mahmûd Osman, Serokê Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) û gelek rewşembîr û derhênerên Kurd pitgirî dan kampanyayê.
Beriya niha, jî Endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bexdiyar û gelek parlementerên ji PDK, YNK, Goran û gelek nunerên saziyên sivîl û saziyên sivîl bi xwe piştgirî dan kampanyayê.


ANF/SILÊMANÎ