
Sernivîsê Kovara Hawdem Peywend Enwer der barê kampanyayê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku heta niha zêdetirê 170 hezar îmze hatine berhevkirin. Enwer banga beşdarbûnê li gelê başûrê Kurdistanê kir û ragihand ku ew ê îmzeyan di dawiya kampanyayê de ji Parlementoya Herêma Kurdistan, Parlementoya Iraqê û saziyên navnetewî re bişînin.
Enwer der barê kampanyaya di 19’ê îlona 2011’ê de li Hewlêrê bi civînekê çapemeniyê, hat destpêkirin de got; “Sedemê vê kampanyayê ew e ku hebûna çend baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê û her wiha rêxistinên veşartî yên ku li herêma Başurê Kurdistanê ne. Evane dema di sala 1986 li gel rejîma Behs peyman danin de biryar hatibu dayin ku Tirkiye bikaribe bi qasî 10 km operasyon li dar bixe. Her çendî ku çalakî û kiryarên wan ku di her alî de berdewam in jî bi qasî 8 sal in ketine di nav başûrê Kurdistanê de.”
Enwer bal kişand ku ev peyman dîsa hatibûn nûkirin û wiha domand; “Her wiha ev peymane di sala 1996’an de jî hatiye dubarekirin û heya niha di nav xaka Herêma Kurdistanê de ne. Tê dîtin ku bi rojane êriş û zordariya li ser Kurdan dimeşînin, her wiha tê zanin ku bi rojane kuştin û talanan dikin. Evane bi awayek giştî zextan li ser demokrasiya Herêma Kurdistanê, li ser asayişa herêma Kurdistan dike. Ji ber wê jî heta baregehên dijmin di nava xaka me de bin, em nikarin bêjim em azad in.”
Armanc milyonek îmze ye
Peywend Enwer der barê armanca kampanyayê de jî got; “Armanca me ya ji vê kampanya yê komkirina milyonek îmzane û her wiha ev tê wê wateyê ku piraniya xelkê herêmê deng daye û ji bo vê yekê jî di ware qanûnî de jî xebat têne meşandin.”
Enwer destnîşan kir ku ev kampanyaya ku hate destpêkirin bi tevahiya 2 mehan wê bimeşe û ev agahî da; “Her wiha tê payîn ku di sersala 2012 an de biqede. Ger ku kamapanya negehije armanca xwe dibe ku wextê wê bê zêdekirin. Ev kampanya li parêzgeyên (wilayet) cûda cûda hatiye danîn û heya niha rêjeyek mezin îmzeyan hatine komkirin. Ev parêzge weku Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Germiyan, Helebçe, Kelar, Kerkuk û heta Bexda jî ev kampanya heye û tê meşandin.”
170 hezar îmze berhev bûne
Peywend der barê beşdarbûna kampanyayê de jî wiha axivî; “Heya niha di demê ku hatî nişandan de 170 hezar îmze hatine komkirin û berdewam dike. Her wiha eleqeya gel ji vê kampanyayê re pir mezin e û ev eleqeya ji bo beşdarbûnê zêde dibe.
Weke mînak, berpirsên kampanyaya me seredana parêzgeha Hewlêr kir û me xwest em kon daynin, lê rê dan û em neçar bûn ku mase danin. Li hemû parêzgehan mase hene û tevlîbuna ciwanan û jinan bêhtir e ji hemû beşên din ên civakê.
Rojane 5 hezar îmze
Rojane li parêzgehên mezin bi qasî 5 hezar îmzeyan tê komkirim. Bi awayê ku li Hewlêr bi qasî 5 hezar li Silêmanî ji bi wî awayî ye, lê belê li Dihokê hinek kêm e, ew jî ji ber ku hîna nû mase hatiye danîn.”
Enwer ragihand ku ew îmzeyên ku bên komkirin di herî dawî de wê her parêzgehek wan îmzeyan radestî parêzgeha wê herêmê bike û wiha axivî; “Mînak yên Hewlêr wê li Hewlêrê, yên Dihok li Dihok, herî dawî ji wê nusqeyek yê wan îmzeyan bê kopîkirin ji bo Parlementoya Herêma Kurdistanê, Parlementoya Iraqê û rêxistinên navnetewî re bêne şandin.”
Enwer banga beşdarbûna kampayayê kir û got; “Herî dawî ji hêvîdarim gel baş beşdar bibe û di demek herî kurt de kampanya bigihije armanca xwe û bi serkeftî bi encam bibe.”
Ji kesayetên navdar destek
Her wiha, gelek siyasetmedar, rewşembîr, rêxistin, hunermend û nivîskar piştgirî didin vê kampanyayê. Duh, nivîskarên navndar ên Kurd Bextiya Elî û Rêbîn Herdî jî li Silêmaniyê piştgirî dan kampanyayê.
Di 25’ê mijdarê de jî Endamê Polîtburoya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Hikmet Mihemed (Mele Bextiyar) li ber Holî Tewar a li Silêmaniyê piştgirî da kampanayayê. Çalakên kovara Hawdem ên ku kampanyayê dane destpêkirin ragihandin ku Mele Bextiyar bi dilxweşî kampanyayê îmze kiriye. Dîsa Parlementerê YNK’yî Salar Mehmûd jî îmze kampanyayê îmze kir.
ANF/HEWLÊR