Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê ji bo gelê Rojava tenê nehêle û piştgiriyê bide Rojava banga alîkariyê kir. Platformê xwest astengiyên li pêşiya alîkariyê bên rakirin û her kes piştgiriyê bide gelê Rojava. Li Ranya û derdorên wê bi armanca piştgiriyê bidin Rojava kampanyaya alîkariyê ya ev çend roj in hatin destpêkirin berdewam dike. Kampanya bi navê Tora Havkarî Rojava (THR) hat destpêkirin komkirina alikariyê li van deveran ket roja 5’an.

Ji bo alîkirayê bidin gelên Rojava xebatên alîkirayê her ku diçe zêde dibin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê biboneya balê bikşînin ser rewşa Rojava û piştgiriya xwe bînin ziman li avahiya Platforma KESK’ê ya Colemêrgê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de li ser navê Platformê Serokê ÎHD’a Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, daxuyanî da. Akbulut, anî ziman ku bi dirûşma “Em peyvwira xwe ya mirovane, wijdanî û polîtîk bi cih bînin” bang li her kesî dikin û dixwazin her kes berpirsiyariya xwe ya li hemberî gelê Rojava bi cih bînin. Akbulut, anî ziman ku gelê Sûriyeyê rastî êşek gelek mezin tê û wiha got: “Rojava bi hêza xwe ya cewherî xweseriya xwe îlan kiriye û rêveberiya xwe bi dest xistiye. Di nava derya şer de wekî giravek aştiyê cihê xwe digire. Ev girava aştiyê hem dibe êrîşa rejîma Sûriyeyê û hem jî dibe êrîşa hêzên muxalîf. Dîsa çeteyên ku piştgiriya xwe ji Sûriyeyê digirin diçin li wir tevlihevî û aloziyan derdixin.”
Akbulut, da zanîn ku Tirkiye deriyên sînor û alîkariyê ji ser gelê Sûriyeyê digire û ambargoya aborî û zexîreyan pêş dixe. Akbulut, xwest hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe yên derve rast bike û herêm nebe Gazza duyemîn. Akbulut, anî ziman ku divê bi lezgînî deriyên sînor bên vekirin û ambargoya li ser herêmê tê meşandin bi lezgînî bê rakirin.  Akbulut, bang li hikûmetê kir û xwest deriyê Nisêbîn, Serêkanî û Dirbêsîyê li gel bên vekirin. Akbulut herî dawî banga tevlibûna çûyîna Nisêbînê ya di 8’ê Sibatê de pêk bê li herkesî kir.

Bi beşdariya 30 saziyan kampanya

Li Hewlêrê bi beşdarbûna 30 partiyên siyasî û rêxistinên civakî wekî PDK, YNK, Goran, PÇDK, Yekgirto, Zehmetkşean, Şûî, Ayende û gelek partiyên din bo kampanyaya komkirina alikariya Rojavayê Kurdistanê civînek hat li darxistin. Di civînê de nav, dem, deste û cihê kampanya komkirina alikariyê hat diyar kirin.
Navê kampanyê wek ‘Desteya Bilind a Alikariya Bajarê Hewlêr ji bo rojavayê Kurdistan’, dema destpêkirina kampanyê roja şemiyê li du navendên ku wê werin aşkerakirin alikarî dê were komkirin. Ji bo kampanya alikariya Rojavaya ya bajarê Hewlêrê du deste hat hilbijartin; ‘Desteya Bilind a Alikariya Bajarê Hewlêr ji bo rojavayê Kurdistan’ ku divê desteyê de dê nûnerên hemû partî û rêxistinan têde cih bigrin, ya duyemîn jî ‘Desteya Rêveber a Kampanyaya Alikariya Rojava ya bajarê Hewlêr’e ye.’ Ev desteya rêvebir ji 13 kesan pêk tê û erke vê desteye jî ew e ku di pêvajoya komkirina alikariyê de li gorî bernameya ku wê were danîn kampanyê birêve bibin.
Endamê kampanyaya alikariyê Elî Mehmûd der barê encamên civînê axivî û diyar kir ku êdî amadekariyên Desteya Bilind a Alikariya ji bo rojavayê Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê bi dawî bûne û ew ê êdî derbazîpên gava komkirina alikariyê bibin. Mehmûd diyar kir ku pêwîste hemû gele Hewlêr û derdorê wê alikariya bidin vê kampanyê û ji bo gele rojavayê Kurdistanê hinekê eleqe nîşan bikin. Endamê Partiya Ayendeyê Kurdistan Aware Mamoso Dizeyî jî der barê vê civînê de diyar kir ku hemû partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê divê civînê de amadebûn û gelek keyfxweşin ku ji bo gele xweyê rojavayê Kurdistanê gihîştine biryarek zelal û dest bi kom kirina alikarî ji bo gele rojavayê Kurdistanê dikin.

Xebateke mînak  

Li navçeya Ranya, bajarokên Çarqurne, Hecîava û gundên derdoran 5 rojan ji bo gelê Rojava kampanya komkirina alikariyê hat destpêkirin. Desteya rêveberiya kampanya alikariyê da zanîn ku cihên komkirina alikarîyê ji aliyê wan ve hatine diyar kirin. Rêveberan, diyar kirin ku li Ranya, Çarqurne û Hecîava ya ji bo Rojava tê komkirin. Li hemberî kanalên TV ê YNK’ê jî nerazîbûna xwe nîşan dan û ev tişt anîn ziman: “Xebata ku em bi kedeke mezin dimeŞînin, kanala televizyona YNK Kurdsat dixwaze vê alikariyê wekî xebat bi navê YNK’ê bide çapemeniyê.”

DÎHA/HEWLÊR-RANYA-COLEMÊRG




Destê alîkirayê dirêjî Rojava kirin

Dîlên azadiyê yên PKK û PAJK’î ku di girtîgeha Bakirkoy, Sîlîvrî û Gebzeyê tên girtin ji bo piştgiriyê bidin gelê rojavayê Kurdistanê di nava xwe de pere kom kirin û ji Rojava re şandin. Dîlên azadiyê yên ku di bin faşîzma hikûmeta AKP’ê de ne, ji bo alîkariyê bidin gelê Rojava ketin nava hewldanê. Heta niha gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku dîlên azadiyê lê tê girtin bi hezaran TL. pere berhev kirin û ji Rojava re şandin. Herî dawî xebata alîkariyê ji girtîgehên Bakirkoy a Jinan, Tîpa M a Gebze û Tîpa L a Sîlîvriya Stenbolê hat. Dîlên azadiyê di nav xwe de 8 hezar û 780 TL. berhev kirin û bi riya malbata xwe ji Rojava re şandin. Dîlên azadiyê ragihandin ku ew ê di her şert û mercî de xwedî li gelê Kurd derkevin.

STENBOL