Kampanya îmzeyan ya li Başûrê Kurdistanê ji bo ‘azadiya’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca komkirina milyonek îmze destpêkir, Alîkarê Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yeketiya Niştîmanî Kurdistanê Kosret Resûl jî tevlî bû.
Heyeta ku ji endamên Înîsiyatîfa Kampanya Ji Ocalan re Azadî Kawa Nadir Nadir, Elî Mehmûd û Serdar Star pêktê serdana mala Resûl kirin, Resûl jî ji ber sedana wan sipasiya xwe pêşkêş kir. Resûl ku ji ber xebatên wan serkeftin ji wan re xwest, got: “Ev sedsal sedsala biratî û aştiyê ye. Ne sedsala girtina mirovan û avêtina girtîgehane. Ne raste ku yekê weke Rêber Apo niha li girtîgehê be. Pêwîste dewleta Tirk demil dest wî serbest berde. Rêber Apo kesayeteke ku ji aliyê milyonan kesan ve weke rêber hatiye qebûlkirine. Ji bo wî ne milyonek dê deh milyon îmze bêne komkirin.”
Wezîrê Pêşmergeyan: Wezîfeyeke netewî ye
Ji bo kampanya îmzeyan a ji Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re azadî, Wezîrê Pêşmegeyan ê Herêma Kurdistana Federal Şêx Cafer Berzencî, Alîkarê wî Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cabbar Yaver û Wezîrê Zanîngehên Herêma Kurdistana Federal Dr. Elî Seîd Mihemed, îmzeya xwe avêtin.
Heyetek ji Însiyatîfa Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir Kadir û Elî Mehmûd, îro çûn serdana Wezareta Pêşmergeyan. Heyetê bi Wezîrê Pêşmegeyan ê Herêma Kurdistana Federal Şêx Cafer Berzencî, Alîkarê wî Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cabbar Yaver re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Pêşmergeyan Şêx Cafer Berzencî malavayiya heyetê kir û got, "Tevlêbûna vê kampanyayê wezîfeya herkesî ya netewî ye. Birêz Ocalan yek ji lîderên Kurd e ku gelê Kurd wî weke lîder qebûl dike. Lewma divê azad bibe."
Heyet dûre bi Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Enver Hecî Osman û Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cebbar Yaver re rûnişt. Di vê hevdîtînê de Osman, ji ber tevlêbûna vê kampanyayê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan Cebbar Yaver jî piştî ku mora xwe avêt binê kampanyayê got, "Azadbûna birêz Ocalan ji bo serketina pêvajoya aştiyê gelekî girîng e."
Heyet dûre çû serdana Wezîrê Zanîngehên li Herêma Kurdistan Federal Dr. Elî Seîd Mihemed û li ofîsa Wezaretiyê pê re rûnit. Mihemed ji ber serdana heyetê spasiyên xwe pêşkêş kir û piştî kampanya azadî ji bo Ocalan mor kir weha axivî; "Xwestina azadiya birêz Ocalan, wezîfeyeke netewî û însanî ye. Birêz Ocalan bi salane ji bo azadî û aramiya gelê Kurd dixebite. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweşim ku di kampanyayê de cih digirim."
Serokê Tevgera Goran jî beşdar bû
Lîderê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa û gelek partîyî jî bi beşdariya xwe ya kampanyayê hêz dan hewldanên ji bo azadiya Ocalan. Mistefa diyar kir ku ji bol i Tirkiyeyê demokrasî û aştî pêk were divê serok Apo serbest bê berdan.
Kampanyaya îmzeyan a bo Azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan ku di serê meha Gulanê dest pê kir, Rêberê Tevgera Gotan Noşîvan Mistafa jî teliv bû. Heyeta ku ji însiyatîfa Kampanyaya bo Azadiya Ocalan pêk dihat çûn serdana Mistefa.
Mistefa kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku wî dema bi çapemeniya tirk re hevdîtin kiriye jî daxwaza xwe ya bo berdana Ocalan aniye ziman û got ji bo aştî û demokrastî li Tirkiyeyê pêş bikeve divê Serok Apo bê berdan.
Mistefa got dê bo kampanyayê piştgiriya xwe bidomîne û tevî Mistafa nûnerên Tevgera Goran îmze avêtin.
HEWLÊR/SILÊMANÎ