Di destpêkirina Kampanya ji bo Ocalan de endamê Komîteya Kampanyayê  Haşim Yeman axivî. Yeman di axafinên xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got; “Ev bû demeke dirêj ku agahiya gelê Kurd ji Rêbertiya xwe nîne, ev bêdangiya dewletê li hemberî rewşa rêbertiyê dihêle ku gumanên me çêbin. Em jî weke gelê Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî, dest bi kampaniya îmze komkirinê dikin.”


'Azadiya Rêber Apo azadiya gelê wargehê ye'

Yeman got, armanca kampanyayê ew e zextê li Tirkiyeyê bikin û saziyên navneteweyî yîn mîna CPT´yê bixin nava liv û tevgerê.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokrtîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Leyla İlhan jî got,“Em bi vê kampanyayê tenê bêdeng namînin û em ê gelek rêze çalakiyên cûr bi cûr bi pêş bixin, heta ku em li ser rewşa rêberê xwe de agahdar nebin, em ê bêdeng nemînin. Em weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî,  azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dibînin. Heta ku em bi rengekî fîzîkî rêbertiya xwe di nava gelê Kurd û Kurdistanê de nebînin, em ê ranewstin.” 


 ROJNEWS / MEXMÛR