Li gelek bajarên Ewropayê, di çarçoveya kampanya dengê ‘NA’ ya referandûma 16’ê Nîsanê de civîn hatin lidarxistin.
ANVERS: Yek ji van civînan li bajarê Anvers ê Belçîkayê pêk hat. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, siyasetmedar Ziya Ûlûsoy û Fatma Bînîcî weke qiseker beşdarî civînê bûn. Aydar diyar kir, bi referandûmê re hewl tê dayîn têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bê qedandin. Fatma Bînîcî jî bang li Elewiyan kir, ku li dijî vê sîstema ku dixwaze jinan bike kole, her kes dengê ‘NA’ bide.
MÎLANO: Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, xebatên ji bo platforma ‘NA’ dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Platforma NA ya Bakurê Îtalyayê li ehv civiya û plansaziya xebatê ya ji bo bajarên vê herêmê nirxand.
FRÎBOÛRG: Li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, bi beşdariya Hevberdevkê HDK ê Ewropayê Demîr Çelîk civîneke gel li ser referandûmê û sedema dengê ‘NA’ hat lidarxistin. Çelîk da xuyakirin, ku AKP û Erdogan dixwazin di referandûmê de qanûna dîktatoriyê bîne û bang li her kesî kir, ku li ber vê rabin.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, xebatên kampanya ‘NA’ dewam dikin. Kurdan wesayîtên xwe bi nivîsên ‘NA’ xemilandin û bi zêdeyî 100 wesayîtan li taxên ku piraniya şêniyên wan Kurd in geriyan û nîşan dan ku ew ê rê nedin dîktatoriya faşîst.
HAGEN: Li bajarê Hagen ê Elmanyayê, platforma ‘NA’ li dergaha Elewiyan a FEDA’yê panelek lidar xist. Parlamenterê HDP‘ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr û nûnerê Partîzan weke qiseker beşdarî panelê bûn. Qisekeran destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî rê nedin dîktatoriya faşîzma AKP-MHP’ê.
KOLN: Platforma NA li Kolnê panelek lidar xist û bang li her kesî kir, ku li ber rejîma şexsekî rabin. Panel li Eurosalê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer, rojnamevan Ayşe Yildirim, siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar, Akademîsyenê Aştiyê Ûtkû Sayin û SerokAê AABF Ozgur Oz weke qiseker tevlî bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN