Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Kerkûkê ji bo îdeolojî û ramanên Ocalan di nava civak û çînên cuda yên civakê de bidin belavkirin, pirtûk û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin nasandin. Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Rêbaz Hesen di derbarê kampanyayê de agahî da û diyar kir ku xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê eleqeyek mezin ji bo pirtûkên Ocalan didin nîşandan.
Rêbaz Hesen ragihan ku wan çen rojin kampanya belavkirina pirtûkan Ocalan li ber Zanîngeha Kerkûkê daye destpêkirin û got xwendekar û gel bi eleqeyek gerim nêzî pirtûkan dibin.
Kampanya wê dewam bike
Hesen diyar kir ku armanca vê kampanya wan ewe ku hîn zêdetir îdeolojî û ramanên Ocalan dinava civak û çînên cuda yên civakê de bidin belavkirin û got; “Armanca me belavkirina felsefe û îdeolojiya fîlozofê mezin ê Kurd Ocalan dinava civakê, bi teybet jî xwendekaran de ye. Her wiha em ê vê çalakiya xwe li nava bazar û cihên cuda yên bajêr de jî dewam bikin.”
Di dawiyê de Hesen got; “Pêştir jî me li seranserê bajarên Başûrê Kurdistanê ev xebat meşandiye, pirtûk û parêznameyên Ocalan pêşkêş kiriye.”
KERKÛK