Ji bo cotkarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ku zeviyên wan hatin şewitandin, kampanya “Make Rojava Green Again” (Rojava ji nû ve şîn bike) dest bi kampanya alîkariyê kir. Çeteyên ku bi êrişan nekarîn Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk bibin, demeke êrişî çavkaniya debarê ya gel dikin. Ji Qamişloyê heta Dêrikê, ji Hesekê heta Dêra Zorê, ji Reqayê heta Minbicê li qadeke berfireh zeviyên ceh û genim ên cotkaran ji meha Hezîranê ve ji aliyê çeteyan ve tên şewitandin. Rayedarên herêmê diyar kirin ku herî kêm 40 hezar hektar zeviyên çandiniyê bi êrişên pîlankirî hatine şewitandin û li derdora 33 milyon dolarî zirar li cotkaran bûye.
Kampanya wê mehekê dom bike
Ji bo cotkarên ku zeviyên wan zerar dîtine li Ewrûpayê kampanya alîkariyê dest pê kir. “Make Rojava Green Again” (Rojava ji nû ve şîn bike) û Heyva Sor dest bi kampanyaya bi navê “Jinûve afirandina ji nava xweliyên xwe” kirin.Kampanya (Rojava ji nû ve şîn bike) tevî çandina daran û şînkirina qadan li Rojava, her wiha ji bo kooperatîfên ekolojîk jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bixebite. Amadekarên kampanyayê bi rêya “Crowdfunding” a li înternetê alîkariyê ji bo cotkarên li Rojavayê Kurdistanê kom dikin ku kampanya wê mehekê dom bike.
NAVENDA NÛÇEYAN