Kampanyaya bi navê “Na ji bo mayîna baregehên leşkerî û sîxûrî yên Tirkiyeyê” li hemberî baregehên leşkerî û sîxûrî yên li dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Bi taybet hunermend, rewşembîr û siyasetmedar piştgiriyeke xurt didin kampanyayê. Hunermendê navdar ê Kurd Diyar Qeredaxî jî piştgirî da kampanyayê.
Her ku diçe piştgiriya ji bo kampanya bi navê navê “Na ji bo mayîna baregehên leşkerî û sîxûrî yên Tirkiyeyê” zêdetir dibe. Bi taybet hunermend, rewşembîr û heta parlementerên Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke xurt didin kampanyayê.
Hunermendê Kurd ê navdar Diyar Qeredaxî jî piştgirî da kampanyayê . Qeredaxî duh li Silêmaniyê kampanyaya “Na ji bo mayîna baregehên leşkerî û sîxûrî yên Tirkiyeyê” îmze kir û piştgiriya xwe nîşan da. Hêjayê gotinê ye ku, gelek siyasetmedar, rewşembîr, rêxistin, hunermend û nivîskar piştgirî didin vê kampanyayê. Di 30’ê mijdarê denivîskarên navndar ên Kurd Bextiya Elî û Rêbîn Herdî jî li Silêmaniyê piştgirî dan kampanyayê.

Siyasetmedaran destek da

Di 25’ê mijdarê de jî Endamê Polîtburoya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Hikmet Mihemed (Mele Bextiyar) li ber Holî Tewar a li Silêmaniyê piştgirî da kampanayayê. Çalakên kovara Hawdem ên ku kampanyayê dane destpêkirin ragihandin ku Mele Bextiyar bi dilxweşî kampanyayê îmze kiriye. Dîsa Parlementerê YNK’yî Salar Mehmûd jî îmze kampanyayê îmze kir.

Sernivîskarê Kovara Hawdem a ku kampanyayê bi rê ve dibe, Peywend Enwer   banga beşdarbûna kampayayê kir û got; “Herî dawî ji hêvîdar im gel baş beşdar bibe û di demek herî kurt de kampanya bigihije armanca xwe û bi serkeftî bi encam bibe.”

ANF/HEWLÊR