Şaxa Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava ya Wanê ji bo piştgiriya gelê Geverê kampanyaya pez û genim dabû destpêkirin, berdewam dike. Koordînasyona li 11 bajaran hatiye avakirin li Payîzavayê jî xebatên bi gel re berdewam dike û rastî eleqeyeke mezin tê. Endamên koordinasyonê gund bi gund digerin û pez û genimê tê komkirin ji bo gelê Geverê tê şandin.
DÎHA/WAN