
Bi bûneya nêzîkbûna cejna Newrozê ji bo malbatên hejar kampanyaya komkirina cilên Kurdî hat destpêkirin. Kampanya bi navê ‘Cilên Kurdî ji bo me hemûyane’ ji aliyê komek çalakvan ve hat destpêkirin.
Rêvebera kampanyayê Bexşîn Taha têkîldarî armanca kampanyaya komkirina cilên kurdî ji ajansa me re axivî û got: “Armanca vê kampanyayê di vê Newrozê de alîkarîkirina malbatên hejarin. Ji bo ku Cilên Kurdî li ber bikin û ji bo saetekê jî be dilê wan jî xweş bibe.”
Bexşîn Taha anî ziman ku ew her cûre cilên Kurdî werdigirin û got: “Em cilên ku hatîn bi karanîn yan ji cilên nû yên ku xelk dixwazin ji bo malbatên hejar bibexşîn kom dikin. Her wiha em hemû cilên Kurdî, bi hemû rengan û qiyasan ji bo jin zarok, kur, jinên ciwan û zilaman werdigirin.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ