Kampanyaya Nasnameya Kurdan li Almanyayê dest pê kir.
Kampanya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) despê kir û saziyên din yên demokratîk tevlî kampanyayê bûn.
Divê di destpêkê de were gotin ku li Almanyayê nezikî milyonek Kurd dijîn.
Lê Kurd wek komeke koçber hêna jî ne hatine naskirin.
Bilî vê jî nasnama Kurd jî nehatiye naskirin.
Lê Kurd jî dixwazin wek kemnetewen an jî wek komên koçber yên din, bi nasnameya xwe werin qebûlkirin.
Destûra Bingehîn a Almanya mafê mirovan dike bin garantiyê.
Divê ev maf ji bo Kurdan jî derbas bibe.
Divê Kurd li gel zimanê Almanî wek zimanê serekê, zimanê xwe yê dayîkê jî hîn bibin.
Wek komên koçber yên din.
Ne kêm û ne jî zêde...
Di xala yekem a destûra bingehîn de (Grundgesetzt) tê gotîn: „Rûmeta mirovan nikare were binpê kirin.“
Li gor xalê dive mafê mirovan yên bingehîn ji aliyê hêzên dewletê ve werin parastin.
Li gor vê jî mafê mirovan yên bingehîn nikarin bên binpê bikin.
Heger em li rewşê binerin:
Kurd ne xwediyê mafên xwe yên xwezayî ne.
Kurd di îstatîtîkan de ne bi navê xwe tên danasîn.
Kurd li Almanyayê wek Tirk, Ereb an jî Fars tên qeydkirin.
Di belgename û broşûran de Kurd nînin. Lê koçberên din bi navê xwe tên danasîn û qeydkirin.
Kurd nikarin navên Kurdî bidin zarokên xwe. Ji ber ku Daîrên Beyaniyan (Ausländerbehörde) li gor lîsteya navên Tirkî navên zarokan dipejirînin.
Li gor min kampanya serkefti derbas dibê û 15.10.2012 ji bo gelê Kurd û Nasnama Gele Kurd rojek girînge di diroka Kurden lî Almanyayê de.
Diviyabû Kurd ji zû de bi vî rengî kampanya bidane meşandin.
Lê divê îro hemû Kurd dest bidin hev û piştgiriya vê kampanyayê bikin.
Ji ber ku li Almanyayê nezikî mîlyonek Kurd dijî, hesane ku Kurd bikaribin sed hezaran îmzayan ji bo kampanyayê berhev bikin.
Îro her Kurd xwediyê berpirsiyarî ye.
Komên koçber ên mîna Tirkan xwedî lobî ne.
Dor hatiye Kurdan.
Divê Kurd jî lobiyêkê bihêz derxînin holê.
Çapemenî, spor, çalakiyên civakî dikarin bi hev re, ji bo naskirina nasnama Kurdî hêzeke xurd derxînin holê. Û di encamê de Kurd dikarin bibin xwediyê mafên xwe mîna komên din koçber.