Ji ber şewba koronayê (Covid-19) li Wanê koma Teatra Mencel neçar mabû dika xwe bigire, lê wê xebatên xwe nesekinandin. Komê niha kampanyaya nivîsandina skeçan da destpêkirin. Kom dibêje, “Hûn binivîsin, em li ser dikê bikin şano” û bang li her kesî dike da ku beşdarî kampanyayê bibin. Teatra Mencel, bi giranî bi Kurdî şaniyê dike û endamê komê Dilvîn Abî behsa xebatên xwe yên li hundiruyan dike. Ew dibêje tevdîrên li dijî şewbê, demeke dirêj kiriye ku ew dika xwe bigirin, lê ew vê demê jî hewl didin bi hilberînê tijî bikin.

Li ser meselê ew dibêje, “Me piyes xwendin û hewl da ji bo sezona nû lîstikên şanoyê amade bikin. Pêşî me hefteyê carekê civînên xwe yên bi telefone dewam kirin. Lê hgava me dît qedexe dewam dikin, me ji xwe pirsî ka li hundirûyan em dikarin çi bikin. Min vîdeoya bûkên lîstok kir. Hevalên din jî vîdeoyên din çêdikin û di ser malpera me re parve dikin. Li pêşiya me bernameyeke skeçan heye. Ji ber wê me kampanyaya nivîsandina skeçan da destpêkirin. Me jî dest bi nivîsandinê kir. Ji vir jî dixwazim bang li nivîskar, xwîner û herkesî bikim; skeçan binivîsin. Dikarin bi rêya medya civakî yan jî e-mailê bigihînin me.”

 

MA/WAN