Li gorî dîrokzanan nêzî 300 kes hatin qetilkirin. Rojnameya Mediapart, ji bo Franse bi fermî vê komkujiyê bipejirîne, dest bi kampanyayê kir. Cezayîrî di 17’ê cotmeha 1961 an de li kolaneke nijadperestan ku qedexeya derketinê lê hebû, derketin kolanan û nerazîbûnên xwe yên rewa nîşan dan.
Ji ber biryara li hemberî serxwebûnxwazên cezayîrî hatibû girtin, derketina kolanan ji seat 20.30 heta 05.30 li cezayîriyên misilman hatibû qedexekirin.
Nêzî 30 hezar cezayiriyên ku piştgirî didan serxwebûna Cezayîrê, jin û zarok jî di nav de, di 17’ê cotmehê de daketin kolanên Parîsê. Çalakî ji aliyê Eniya Rizgariya Netewî ya Cezayîrê (FLN) ve hatibû organîzekirin. Lê polîsên komara “nûjen” a Franseyê komkujiyek tirsnak pêk anîn.
Lê organîzatoran ji çalakgeran xwestibûn ku bi tu awayî çek an jî tundiyê bi kar neynin. Di encama êrişa polîsan de bi dehan kes winda bûn, heta mirinê li gelek kesan xistin. Li gorî dîrokzanan nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî çalakiyê 12 hezar kes hatin binçavkirin.

Daxwaza naskirina 'tevkujiyê' 

Rojnameya Mediapart a ku der barê gendeliya desthilatiya Serokomar Nicolas Sarkozy de belgehên balkêş derxist holê, vê carê jî xwest ku komkujî bi fermî were naskirin û lihevkirin pêk were. Di nivîsa li ser kampanyayê de wiha tê gotin; “Êdî dem hatiye ku komkujiya ku bîra wê fransî ye, trajediya wê cezayîrî ye, bi fermî were naskirin. Qurbanên di 17’ê cotmeha 1961 ê de li Franseyê hatine jibîrkirin, dixebitîn, penah (îqamet) dibûn û dijiyan. Ji bo vê yekê jî em deyndarên wan in.”

Ne tolhildan ne jî poşmanî 

Di nivîsê de wiha hate gotin; “Naskirina sucê 17 ê cotmeha 1961 an, di heman demê de rûpeleke nû ya dîrokê yê di navbera her du aliyê Derya Spî de vedibe. Wê di sala 2012 de Cezayîr a ku di heman demê de parçebûna Franseyê bû, 50’emîn salvegera serxwebûna xwe pîroz bike.”  Mediapart got; “Ne tolhildan, ne jî poşmantî, biratiya Franse-Cezayîrê tenê dikare bi lihevkirina gelan pêk were.”

PARÎS