ÎSAM ABDULLAH / NEJBÎR OSMAN / ANHA / QAMIŞLO

Ehmed Silêman bi keda xwe ya xweser ji bermahiyên kevn ên erebeyan, 2 erebeyên barhilgir anku kamyon çêkirin, yek diyarî Rêveberiya Dergeha Sêmalka û ya din jî diyarî YPG`ê kir.

Ehmed Silêman ê 35 salî ji gundê Şebik ê girêdayî navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ye. Silêman ji 14 salan ve wek mekanîsyen di herêma pîşeyî ya bajarê Dêrikê de dixebite.

Silêman pîşeya sererastkirina tevahiya cureyên erebeyan ji bavê xwe fêr dibe. Lê hewasa Silêman bi pîşeyê xwe, asta sererastkirina erebeyan derbas dike û çêkirina wesayîtan ji bermahiyên erebeyên kevin, jê re dibe xewn.

Li gel karê xwe yê rojane di sererastkirina erebeyan de wek jêdereke bingehîn ji bo ebara xwe, Silêman di demên xwe yên vala de ji bo pêkanîna xewna xwe xebitî.

Silêman parçeyên guhertina erebeyan, heykel û madeyên din ji pîşedarên herêmê kom kirin û dest bi projeya xwe kir.

Silêman hewl da wesayîteke biçûk çêke û tevahiya parçe, motorên kevn ku kom kirine, bi kar anîn.

Piştî bi 2 meh û nîvan, Ehmed Silêman xewna xwe pêk tîne û 2 erebeyên barhilgir çêdike, yeke biçûk û ya din jî navîn e. Silêman bi tena serê xwe her du erebe çêkirin. Ew dibêje, di çêkirina her du erebeyan de bermahiyên erebeyên kevn bi kar aniye. Erebeya ku çêkiriye, bi mazotê dixebite û leza wê di saetê de 80 km û barên bi qasî 3.5 ton radike.

Silêman erebe diyarî Rêveberiya Dergeha Sêmalka û YPG`ê kirin. Hêvî û xewnên Ehmed Silêman ên pîşeyî wekî din jî hene, ew hewl dide tiştên nû çêke û dibêje, ew niha hewl dide jeneratoreke bê sotemenî çêke.