Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û çareseriyê ya bona çareserkirina pirsgirêka Kurdî ket naveroka bernameya hikûmeta nû û tê gotin ku proses wê êdî wek awayekî fermî ji hêla hikûmetê ve were bipêşxistin. Pêşketinên derbarê vê mijarê de wê bandorê li pêşketinên li Rojava, Başûr û yên li Rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Berdevkên KCK’ê banga boykotkirina perwerdeya bi zimanê Tirkî ya fermî û bipêşxistinina perwerdeya xweser a bi zimanê Kurdî dikin. Herwiha di siyaseta Tirkiyeyê de jî bi projeyên wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çanda demokrasiyê tê bipêşxistin û ji bo xelkên din ên li Tirkiyeyê hêviya azadî, wekhevî, edalet û piştgiriyê tê bilindkirin.
Li Iraqê Kurd bandoreke mezin li sazkirina hikûmeta nû ya di bin sekokwezîrtiya Haydar Îbadî dikin. Butceya Herêma Kurdistanê, çarenûsa herêmên Kurd ên statûya wan ne diyar, rêgezên firotina petrolê Kurdistanê ji hêla Kurdan ve û statûya hêzên pêşmerge wek mijarên sereke wê bandorê him li ser çarenûsa Iraqê û him jî li ser çarenûsa Başûr û tevahiya Kurdistanê bike. Ji xwe ev cara yekê ye ku şervanên rêxistinên Kurdistanî yên ji her çar beşên Kurdistanê, ji Şengal heta Xaneqînê bi hev re di nava berxwedaneke neteweyî de ne. Di heman demê de xelkên din ên wek Tirkmen, Sûryanî, Ereb jî ji hêla hêzên Kurdî ve tên parastin û ev ji bo rejîmeke demokratîk a li Iraqê bingehê ava dike. Li Rojava jî Kurd him bi parastin û berxwedaneke bêhempa ya li dijî DAÎŞ û hêzên rejîmê û him jî bi avakirina xweseriya demokratîk ve jiyaneke xweser û azad pêş dixin. Xweseriya demokratîk a li Rojava ji niha ve bona tevahiya xelkên Rojhilata Navîn bûye wek modelekî mînak ê demokrasiyê. Ev wê bandorê li ser rejîmeke nû ya li Sûriyeyê jî bike.
Kurd him bona hebûn, welat û nirxên xwe yên neteweyî li ber xwe didin, him jiyaneke xweser a azad a bi rengên Kurdewarî ava dikin, him jî bona avakirina rejîmên demokratik li Rojihata Navîn, gavên bi bandor û mînak davêjin.
Beramberê van pêşketinan li qadê navneteweyî çapemeniya cîhanî her roj bêmaneyîya qedexeya li ser PKK’ê dinivîse, parlementoyên dewletên rojavayî biryarên çekşandin û alîkarîkirina Kurdan distînin, organîzasyona leşkerî ya herî mezîn a navdewletî Rêxistina Hevkariyê ya Atlantîka Bakur (NATO) di civîna xwe ya li Brîtanyayê de li ser tedbîrên li hemberî DAÎŞ’ê niqaşan dike...Ya kêm dîplomasiya neteweyî, dîplomasiya Kurdistanî ye. Rast e; Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, gavên dîrokî davêjin û pêşketinên dîrokî pêk tînên... Herwiha bi van pêşketinan ve girêdayî raya giştî ya cîhanî jî bahsa Kurdan dike. Lê divê em ne vana bes bibînin, ne jî bi van pêşketinan xwe bixapînin. Divê bê zanîn ku tu kes heyranê çav û birûyên Kurdan nîn in û herkes tenê bona berjewendiyên xwe, vê pêwendiyê nîşan dide. Divê Kurd tenê rolê temaşevaniyê nelîzin û xwe tevlî pêvajoyê bikin; him li qadê berxwedanê, him li yê siyasî û him jî li qadê dîplomatîk hebûn û bandora xwe bi awayekî bihêz diyar bikin. Eger Kurd di bin vê atmosferê de dîplomasiyekî bi bandor pêş bixin, wê çaxê di encamên hewldanên navdewletî jî berjewendiyên Kurdan wê li ber çavan bên girtin!.. Helbet di vî warî de kar û xebatên pirr hêja hene. Bi taybetî ciwanên Kurd ên zimanên biyanî dizanin li ser înternetê kampanyayan lidardixin û cîhanê ji halê Kurdan agahdar dikin. Lê bi belaveyî û bêrêxistinî bandoreke dîplomatîk dernakeve holê. Çawa li her beşên welat berxwedaneke neteweyî li dar e, bi heman awayî bona destketiyên mayînde jî dîplomasiyekî neteweyî yê xurt divê. Rêxiztinên Kurd ên ku li hember êrîşên DAÎŞ’ê dikarin mil bi mil bi hev re can û xwîna xwe didin, dikarin ji bo siberojeke Kurdistanî bi hev re kar û xebatên siyasî û dîplomatîk jî bi pêş bixin...
Kanê dîplomasiya Kurdan?
Çavên cîhanê li ser Kurdistanê ye. Ji ber pêşketinên li herêmê, çarenûsa dewlet û xelkên li Rojhilata Navîn jî bi ya Kurdan ve hatiye girêdan.