Li bajarê Minbicê yê li Bakûrê Sûriyeyê herêmeke dîrokî hate vedîtin. Li vê deverê gorên bi şêwazê têb yewnana kevin hene.

Li rojavayê nexweşxaneyê ku xebatên avasaziyê lê dihatin kirin, dema ku ax dihate rakirin ev gor hatin dîtin. Li vî cihê hanê, piştî lêkolînên Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê hate xuyakirin ku şûşeyên fexar û qizêz, hestî û tiştên ji hehasê hatine çêkirin, hene.

Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê li vê derê bîreke glover dît. Li aliyê bakurê vê avahiyê jî goreke ku dişibe goristanên Yoewnaniyan ên kevin, hatin vedîtin. Destpêka goristanê bi kevirên mermer hatiye lêkirin.

Rêveberiya Şûnwaran diyar kir ku ev cih beriya niha hatiye talankirin û xerabekirin. Dîwarê jorî yê gorê jî hema hindik maye ku bikeve xwarê.

Dizên şûnwaran, dema ku ev kevir rakirine derbasî goristanê bûne û 11 gorên ji kevirê kilsê dîtine. Hemû tiştên dîrokî yên di goristanê de talan kirine. Tenê hin hestî, ax û parçeyên qizêzan ên şikestî mane.

Di xebatên kontrolê yên di hundirê gorê de pariyên glover ên firaxên ji qetmît û qizêzan hatin dîtin.

Di gora hejmar “1” de ev tişt hatin dîtin.

*3 Çirayên qermîtî ku yek ji aliyê pêşî ve şikestiye.

* Destikekî nihasê.

* Hin pariyên qizêz û qermîtan.

Di gora hejmar “6” de kildankeke qizêzî temam û hin pariyên qizêzê yên şikestî hatin dîtin.

Di gorê hejmar “11” de jî du kildankên ji qermîtê hatin dîtin ku herdu ji aliyê hustiyê ve bi rengê şîn û sor hatine boyaxkirin, her wiha 3 kildankên ku ji hustiyê ve hatine qutkirin û hin parçeyên qizêz û qermîtên şikestî û 5 hustiyên kildankan ên qermîtî hatine dîtin.

Ev berhemên hanê, dê werin parastin, hetanî ku cihekî taybet ango muzexaneyek were vekirin û wan di hundirê wê de bi cih bike. n MINBIC