Vê carê jî di kovarê de çend vekolînên dirêj û hin nivîsarên kurttir bi Kurmancî, Soranî, Zazakî û Inglîzî tên belavkirin.

Husein Muhammed vê carê dest avêtiye navên hejmaran û hejmarsaziyê di zimanê Kurdî de. Ew di 50 rûpelan de hejmarên bingehîn yên Kurdî li gel varyantên wan yên devokî û etîmolojiya wan dide nasîn. Vekolîna wî ya dirêj li ser hejmaran dê di hejmara dûv vê de jî berdewam be. Ew di vê hejmarê de her wiha li ser peyvên malbatî û xizmatiyê û her wiha li ser etîmolojiya wan jî dinivîse.


Nivîsên wergêrî

Di vê hejmarê de sê vekolînan bi wergerên wan tên weşandin. Hesen Qazî beşek ji kitêba Peter Trudgill ya li ser zimannasiya civakî wergerandiye Soranî û wê bi alfabeya Kurdî-Latînî belav dikin. Newzad Hirorî nivîsara zimannasê navdar D. N. MacKenzie bi navê ”Koka zimanê kurdî” li Kurmancî wergerandiye. Mahir Dogan nivîsareke Husein Muhammed ya bi navê ”Peyvên me ji kû tên?” wek ”Çekuyê ma kotî ra yenê?” wergerandiye Zazakî.


Du kitêbên li ser zimanê Kurdî

Wek carên din jî, ev hejmar jî cih dide nasandin û nirxandina du kitêbên li ser zimanê Kurdî, yeke nû û yeke kevn. Berhema nû ferhenga Soranî-Kurmancî-Tirkî ya Abdullah Ekici ye. Kitêba kevn jî yekem rêziman û ferhengoka zimanê Kurdî ya bi zimanekî Ewrûpî ye ku sala 1787 ji aliyê Maurizio Garzoni ve bi Îtalî hatiye nivîsîn. 


Varyantên devokî

Kanîzar vê carê du xebatên zibareyî anku bi hevkarî pêşkêş dike. Yek ji wan li ser peyvên ”karîn, şiyan, şe kirin, tiwanîn” û varyantên wan yên devokî ne ku di berhevkirin û berhevdana wan de me ji şarezatiya sê camêran sûd wergirtiye: Ali Bayraklı (Kurmanciya Konyayê), Hasan Aslan (Zazakî) û Muhemmed Teqevî (Kurmanciya Xorasanê). 

Di vê hejmarê de her wiha ferhengokeke matematîkê ji Zagros Haco diweşînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN