Di vê hejmara kovarê de jî komeke nivîsarên giring yên zimannasên Kurd û biyanî cih digirin.
Husein Muhammed di vê hejmarê de jî vekolîna xwe ya li ser peyvsaziya Kurdî didomîne. Vê carê ew behsa çar mijarên peyvsaziyê dike: :
1) Peyvsazî bi cotandinê an ku çêkirina cotpeyvan (bi inglîzî co-compounding),
2) Peyvsazî bi lihevanîna dengî-wateyî an ku wergirtina peyvên biyanî û eyarkirina wan li gor hêmanên xwemalî (phono-semantic matching),
3) Peyvsazî bi paşvesaziyê an ku çêkirina peyvên nû bi xistina beşek ji dawiya peyva heyî (back-formation), û
4) Peyvsazî bi wergirtinê anku ”deynkirinê” ji zimanên din (borrowing).
Rizgar Behadur di vê hejmarê de jî mijareke di Kurdî de nû bi Kurdiya kirmaşanî dinivîse. Ev hejmar du nivîsarên zimannasî yên ji Înglîzî wergerandî pêşkêş dike: Hesenê Qazî nivîsareke Peter Trudgill wergerandiye Soranî û Dilyar Amûdî jî beşa li ser cihêrengiya zimanê çînên civakî ji kitêba George Yule kiriye Kurmancî.
Nivîsara Emîr Hesenpûr ya li ser pirsgirêka zimanê resmî yê Kurdî didome. Nivîsara vê carê ya bi Înglîzî ji Theodora Bynon e û li ser ergatîviyê di zimanê Kurdî de ye. Berevajî gelek zimannasên din, Bynonê ne tenê lehceyeke Kurdî bijartiye lê li ser ergatîviyê hem di Kurmancî û hem jî di Soranî de radiweste.
Hûn dikarin ji ser înternetê jî kovarê daxînin û bixwînin.
NAVENDA NÛÇEYAN