Di sernivîsara editorî ya kovarê de tê gotin: “Vekin û bixwînin! Kovara zimanê Kurdî Kanîzar di belavkirina vekolînên zimannasî yên Kurdî de bi pirzarî anku pirlehceyî berdewam e. Di vê hejmarê de em komeke vekolînên zimannasî bi Kurmancî, Soranî û Zazakî pêşkêş dikin. Herwiha em cih didin du nivîsarên bi inglîzî yên li ser zimanê Kurdî.”
Naveroka kovarê
Husein Muhammed vê carê bi berfirehî peydabûn û awayên bikaranîna cînavan di Kurdî de vedikole. Lêkolîna wî ya dirêj dê di hejmara 7´ê de jî bidome.
Ehmed Kirkan dîroka ferhengsaziya Kurdî – bi taybetî ya Zazakî – bi pêşkêşî xwandevanan dike. Berhemeke din ya derbarê weşanên bi Zazakî nivîsareke Roşan Lezgîn e ku bi wergera wê ya Kurmancî.
Di vê hejmarê de weşandina kitêba profesor Peter Trudgill ya li ser zimannasiya civakî (sosyolîngwîstîk) bi Soranîkirina Hesen Qazî didome. Mijara vê carê têkiliyên navbera zimanî û komên etnîkî ye.
“Ferhenga Termên Matematîkê”
Her wiha Fêrgîn Melik Aykoç vê carê bi berfirehî û bi nimûneyên mişe li ser tewangê anku tewandin û çemandinê di Kurdî de dinivîse.
Nivîsarên kovarê yên Inglîzî yek ji Emîr Hesenpûrî ye û derbarê dîroka nûjenkirin û paqijkirina peyvan di zimanê Kurdî de ye. Nivîsara din ya bi Inglîzî ji Théotime Chabre ye û li ser ”zimanên neteweyekî bêdewlet” anku derbarê rewşa zar û zimanên Kurdî ye.
Wek berî niha, di vê hejmarê de jî du berhemên li ser zimanê Kurdî (yeke nû û yeke kevn) tên danasîn û nirxandin. Ya kevn kurterêzimana Kurdî ya Samuel A. Rhea ji sala 1869 e. Ya nû jî “Ferhenga Termên Matematîkê” ya Dilawer Zeraq û Mem Wenda ye.
FRANKFURT