Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku BDP’yî ji bo bernameyên têkildarê pirsgirêka kurd û makezagona nû nayê vexwendin û destnîşan kir ku akademîsyen û nivîskarên nêzî hikûmetê yên ku bi aşkereyî êrişê BDP’ê dikin derdixin pêş. Kaplan got; “Di bernameyên ku BDP nayê vexwendin de, BDP’ê dikin hedef, ev yek jî bi aşkereyî binpêkirina mafê weşana bê alî ye. Dengê muxalîfan weke neyî tê hesibandin.”
Kaplan di pêşnûmeyê de ev pirs ji Arinç pirsî:
- TRT di nûçe û bernameyên xwe yên siyasî de li gorî kîjan krîteran cih dide partiyan?
- Ji 12’ê Hezîranê (hilbijartin) BDP kengî û çiqas beşdarî bernameyên TRT’ê bûye?
- Gelo ji vê rojê û heta niha nuner û parlementerên BDP’ê ji bo bernameyên TRT’ê hatine vexwendin?
- Ger nehatibin vexwendin sedem çî ye?
ENQERE