
Karayilan destnîşan kir ku mijara KCK’ê bi zanebûn çewt tê nîşandan û belgeyên di destê xwe de yên derbarê Ergenekona Kesk de pêşkêş kirin.
Karayilan daxuyaniyên Şêwirmendê Serokwezîrê Tirk Yalçin Akdogan ên derbarê sererastkirinê li Îmraliyê de got, „Tê xwestin ji bo tecrîtê mingehekî qanûnî were amade kirin.“ Karayilan têkildarî tecrîtê wiha axifî: „Belê çarşema borî jî destûr nedan hevdîtinê. Di serî de ez vê nêzîkatiyê şermezar ikim. Ev daxuyaniya ku têgihiştina hikûmeta AKP’ê nîşan dide di dastiyê de nîşandana birayar şer a nû ye. Diyar e niha dixwazin bingehekî qanûnî ji bo tecrîtê amade bikin. Kurtirkirina tecrîdê tê wateya di asta stratejîk de biryardayin û meşandina şer e.“
‘Çareserî tenî bi Ocalan dibe’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku heger qala çareserî û aştiyekê were kirin bêgûman ev yek divê bi Rêberê Serhildanê re pêk were û rêbaz jî diyalog be. Têkildarî mijarê Karayilan wiha berdewam kir: „Niha dewleta ku rêberê serhildana hemdem Rêber Apo di bin tecrîteke bêdawî de dihêle dixwaze peyama, ‘ez deriyê xwe digirim, ezê heya dawiyê bi we re şer bikim’ bide. Yanî divê daxuyaniya serşêwirmendê serokwezîr jî divê wisa were fêmkirin.“
Karayilan bi xetê qalind destnîşan kir ku ji bilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê tu sazî û rêxistina kurd bi dewletê re nekeve diyalogê. Xitimîna vê pirsgirêkê li Îmraliyê dest pê kir. Heyeta dewletê gerek li gor hatibû diyarkirin di nîvê tîrmehê de biçûya Îmraliyê, lê belê neçû. Gav paş de avêt û bi vê yekê re jî her tişt serobino bû. Heger bixwaze were sererastkirin dîsa dikare li wir ev yek pêk were. Ji bilî Îmraliyê li tu cihan ev yek sererast nabe.“
Karayilan nirxandinê serşêwirmendê serokwezîr mîna nirxandinên ji bo Tirkiyeyê gelekî xeter û yên tên wateya şerekî mîna yê Filîstîn-Îsraîlê ku bi dehê salan bidome binav kirin.
‘Erdogan rastiya KCK’ê berovajî dike’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Kariyilan di hevpeyvîna xwe de bal kişande ser nirxandinên serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan ên KCK’ê berovajî nîşan dide. Karayilan têkildarî van nirxandinan jî wiha axifî: „Diyar ke derdora serokwezîr û şêwirmendên wî xwestina jê re KCK’ê îzah bikin lê diyar e ku şaş îzah kirine. an tevî ku Erdogan rastiyê dizane jî bi zanebûn berovajî dike. Beriya her tiştî sîstema KCK’ê ne sîstema dewletê ye. Sîstemeke dij dewletê ye. Yanî sîstemeke civaka demokratîk ya bê dewlet ku karibe xwe bi xwe bi rêve bibe ye. Em wek tevgera PKK’ê xeteke civaka sivîl-demokratîk ya desilatdarî û dewletê bingeh nagire esas digirin. Li gor nerîna me çiqas dewlet hevxasî demokrasiya kêm; çiqasî demokrasiya zêde hevqasî dewleta kêm. Ji ber vê yekê jî dîtîna sîstema KCK’ê mîna dewleta di nav dewletê de şaşiyeke mezin e.“
‘Xaka kurdan Kurdistan e’
Karayilan diyarkir ku ji bo sîstema demokratîk li Tirkiyeyê bipêş bikeve divê modela tund a netew-dewlet hinekî nerm bibe û wiha bi axaftina xwe de çû: „Ji aliyekî ve dibêjin ‘PKK axê dixwaze û dixwaze cihê desilatdarbûna xwe biafirîne’. Ev ne rast in. Gotina, ‘axê dixwaze’ nîşandana zihniyeta mêtînger e. Li vir axa kesî tune ye, kî li kû dijî axa wan ewder e. Lewra axa kurdan jî Kurdistan e, kes nikare vê rastiyê ji nedîtî ve were.“
Karayilan daxwaziyên xwe jî wiha rêz kirin: „Em vê yekê dibêjin; divê hebûna navendî ya dewletê were nermkirin, rêveberiya ji cîh were pêşxistin û sîstemeke demokratîk ya hilbijartinê bila hebe. Kî biser bikeve bila li wir e berpirsiyariya rol û koordinasyonê bimeşîne. Bi taybetî ez bala we dikişînim. Ez peyva desilatdar bikar nayînim. Naxwazim peyva desilatî bikar bînim, li dewsa wê em dibêjin koordînasyona rol û kar.“
‘Kesî banga çekdanînê li dewletê nekiriye’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Kariyilan destnîşan kir ku serokwezîrê tirk bi israr têgînekê berovajî dike û dibêje, „hêzên ewlekariya dewleta tirk nikarin çekê deynin, çek mîna enstrumana wan e“. Karayilan li ser vê têgînê jî wiha nirxandin kir: Ez niha pirs dikim kê gotiye bila dewlet çekê deyne? Ew derdorên ku bangê dikin dibêjin, ‘bila tilî li ser tetîk were rakirin’ yanî ‘kuştina mirovan bila raweste’. Çima serokwezîr vê yekê rast nabêje? Kes nabêje bila artêşa tirk çekê deyne. Min nebihîstiye; tu nivîskar, kesên banga aştiyê d ikin û tu derdoran bangeke wisa nekiriye. Dibêjin şer rawestînin, bila mirov neyên kuştin. Bang bi vî rengî ne, divê rast were nirxandin.“
‘Agirbesta yekalî bêwate ye’
Karayilan bibîr xist ku tecrûbeyên berê nîşan dene ku agirbestên yek alî encamê bixwe re nayînin û şer narawestînin û got, „li hember daxwazên agirbestê dibêjin, ‘ez dewletim ew terorîst e’. Na tu dewletî lê ew jî gel e“ Karayilan bal kişand ku gerîla yek alî çekê nadeyne û mijar wiha girte dest: „Heger çareserî pêk were çek dualî divê werin bêdeng kirin. Tevî ku rastî wisa ye jî bi israr AKP bi rêya derdorên têkildar li me îlankirina agirbestê ferz dike. Bi israr anîna rojevê ya vê yekê niyeta xirab nîşan dide. Ji ber ku niha divê aliyê din biryarê bide. Gog ne li ber me ye, li ber wa ye, tevî veyekê ji me dixwazin. Pêkhatina tiştekî wisa ne mumkun e.“
‘Tevgera Azadiyê têk naçe’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Kariyilan li ser asta şerê tê meşandin jî rawestiya û diyarkir ku hewldanên dewleta tirk û hevakarên wê çi dibin bila bin dê nikaribe bi şer Tevgera Azadiyê têk bibe. Karayilan bi van gotinan hêza Tevgera Azadiyê ya têkneçûyî bilêv kir: „Rastiya gelê kurd, rêbertiya wî, Tevgera Azadiyê û hêza parastinê heye. Hûn nikarin tine bikin. Heta hûn dixwazin şer bikin, heta hûn dixwazin xwe bidin bazarkirin, teknolojiya pêşketî bikirin, hevkariyan pêk bînin dîsa hûnê nikaribin Tevgera Azadiyê ya ji zarokên gel pêk tê têk bibin. Berovajî Tevgera Azadiyê dê we têk bibe. Mîna heta roja me, ji îro û pêde jî dê berfirehbûna xwe û pêşketina xwe zêde bike. Di rêbazên dijwarî de israr dê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe û ev rastî dê di encamê de ji aliyê civakê ve were dîtin.“
‘Bi qebûlkirina kurdbûnê tenê çareserî nabe’
Karayilan destnîşan kir ku bi tenê qebûlkinina ‘kurd’ pirsgirêk çareser nabe. Her wiha derbarê gotinên Wezîrê Karê Hindûr ê Tirk ên mîna, „ez çûm lê geriyam min pirsgirêka kurd nedît. Ne di tenduristiyê de ne jî di perwereyê de min nedît“ Karayilan wiha bersivandin: „Tu bi vî serî lê bigere 100 salî din jî nabîne. Ji ber ku tu li cihê şaş digere, ji ber ku tu naxwaze bibîne.“
Operasyonên KCK’ê
Karayilan derbarê tevkujiya siyasî ya bi navê ‘operasyonên KCK’ê de tên meşandin de jî nerîna xwe anî ziman: „Diyare ku dixwazin gelê kurd bêhez bikin û siyaseta wî tasfiye bikin. Yanî dixwazin rê li ber siyaseta azad a kurdan bigirin. Ev projeyeke ji aliyê endamên Cemeata Gulen ve hatiye amade kirin û ji aliyê Erdogan ve jî hatiye qebûlkinin e. Ev projeya di tevkujiyê re derbaskirin û serdestkirina mêtîngeriyê ye. Ne tiştekî din e. Di rastiyê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd projeke wan nîne. Heger heye bila werin aşkere bikin. Tenê û tenê projeya tasfiyekirinê heye.“
Bevlgeyên Ergenekona Kesk
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Kariyilan têkildarî daxuyaniya beriya niha ya mîna ‘belgeyên Ergenekona Kesk di destê me de hene’ de jî pêşketinên dawî ragihandin. Karayilan got, „hin rojnamevanan ji bo belgeyan serî li me da. Em van serlêdanan dinirxînin. Divê yê serî li me dan divê van belgeyan rast biweşînin û ewlekariya vê yekê bidin. Emê hemû serlêdanan binirxînin. Pêwistî bi eceleyê tune ye. Em rewşê dinirxînin heger pêk were jî divê bi şêwazekî guncav di ragihandinê de werin weşandin. Em dikarin wan bidin saziyên ragihandinê ên bi rastî û bê kêmasî civaka tirk agahdar dikin.“
ANF/BEHDÎNAN