Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna komê ya partiya xwe de pêşketinên rojane nirxand. Ji bo ku pêkutiyên li ser BDP'ê û siyaseta Kurd şermezar bikin ODP, SDP, ESP, EHP, EMEP, ÎKB, DÎP, SP, Halkevlerî, Sosyalîst Gelecek, Kaldiraç, DHF, TO-PG jî beşdarî civîna koma BDP'ê bûn. Demîrtaş ewil der barê nîqaşan li ser Qetlîama Dêrsimê axivî û diyar kir ku divê nîqaş li ser esasê hevrûbûna paşerojê û ronîkikirina rastiyan bê meşandin. Demîrtaş bilêv kir ku dîroka fermî li ser derewan hatiye nivîsandin û dîrok mirov ji hev cuda kiriye û bi vê dîroka derew re çend nişf mezin bûne, ew jî îro Tirkiyeyê rêve dibin. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê çepgirên demokrat, Kurd, elewî ango hemû derûdorên ku bi sîstemê re pirsgirêkan dijîn ev demke dirêj e dibêjin ku divê ev dîroka derew bê teşhîrkirin û deşîfrekirin. Em jî ji 1990'an heta niha bi partiyên xwe yên siyasî dibêjin ku heke bi vê dîrokê re hevrûbûnek pêk neyê tu pirsgirêk dê çareser nebin. Qetlîama Dêrsimê ku Serokwezîr lêborîn xwest nîqaşeke dereng mayî ye. Heke ji 1950'an heta niha hevrûbûnek bihata kirin îro ev pirsgirêk nehata jiyîn." Demîrtaş bilêv kir ku ciwaneke ku dîroka fermî bixwîne dê fêm neke ku li Dêrsimê çi qewimî ye, di paşerojê de gotina Kurd tenê ji bo "cemiyetên zirarê didin" de hatiye bikaranîn û akademîsyen û kesên ku îro welat rêve dibin jî bi van agahiyên dîrokî mezin bûne.

'Bila bi biryara meclîsê lêborîn bê xwestin'
Demîrtaş destnîşan kir ku ev lêborîna ku Serokwezîr xwestiye jî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku ev nîqaş bi aweyeke rast bên kirin divê meclîs bi paşerojê re hevrû bibe û rastiyan derxîne holê berpirsyarikeye meclîsê ya wisa heye. Serokwezîr lêborîn xwest wê demê divê meclîs jî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Lêborîn ne karê Serokwezîr e, bi biryara meclîsê divê ji devê Serokê Meclîsê lêborîn bê xwestin. Li gorî me ya rast ev e. Ev meclîs dikare îradeya lêborînê derxîne û ji Qatlîama Dêrsimê dest bike, heta kuştinên kiryar nediyar, ji Çorumê heta Sêwasê, Gaziyê heta ku Serokwezîr lêborînê nexwaze biratî mumkun nabe." Demîrtaş da zanîn ku dema ku rastî derkevin holê civak jî dê li hev bawer be û bawerî dê pêy keve, bi hevre jiyîn jî dê rehet be.
Demîrtaş got ku heke Serokwezîr samîmî be bila arşîvên di destên xwe de û komîsyona heqîqet û hevrûbûna paşerojê bila aşkera bike. Demîrtaş bilêv kir ku daxwaza avakirinê vê komîsyonê herî kêm 4 caran ji aliyê Serokwezîr ve hatiye redkirin. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Bila meclîs dest bi xebatê bike, Serfermandariya Giştî, Serokwezîrtî çi arşîv hene bila aşkera bikin. Dêrsimî ji xwe dizanin, Kurd dizanin, arşîva vekin bila yên din bizanibin û bibînin ku çi qewimî ne. Berpirsyar AKP ye an CHP ye? Herdu jî ji wir derketine. Hûn berdewama heman kevneşopiyê ne. Kê dewlet rê ve biribe berpirsyariya wan heye." Demîrtaş got ku hemû peşniyarên wan ên ji bo avakirina komîsyona heqîqetan, îyadekirina navê Dêrsimê, aşkerakirina cihê gora Seyît Riza ji aliyê AKP'ê ve hatine redkirin.
Demîrtaş diyar kir ku ferasete wê rojê îro jî didome û wiha got: "Tiştên ku wê demê hatin kirin îro jî tên kirin. Wê dema ji bo yekdewlet û yeknetewe dêrsimî wekî mişkan hatin kuştin. Îro jî bi heman armancê mirov têne girtin. Ferasat neguherî ye. Dibêjin em dev ji ferasete yeknetewe berdandin. Dibêje min TRT-6 vekiriye bes e. Nêzîkatiya wî ya li hemberî elewî û Dêrsimê li holê ye. Tu cudatiya ferasetê nîn e. Serokwezîrê ku ji bo Qetlîama Dêrsimê lêborîn xwest divê ji bo operasyonên KCK'ê jî lêborînê bixwaze."

'1935-2011 feraset neguherî'
Demîrtaş da zanîn ku raporên ku demên borî der barê Dêrsimê de hatine amadikirin îro jî ji bo pirsgirêka Kurd û operasyonên di bin navê KCK'ê de tên amadekirin û wiha axivî: "Yek qala mînaka Srî Lankayê dike yê din qila girtinan dike. Sal 1935, îro jî 2011 ye. Feraset neguherî ye. Digotin Dêrsim Qizilbaş e û divê bên tunekirin. Îro jî dibêjin Zerduştî ne divê bên tunekirin. Demîrtaş derbirî ku Serokwezîr di 2005'an de li Amedê lêborîn xwest lê bedela vê yekê giran bû, înşalah dê lêborîna Dêrsimê jî wisa nebe.
Demîrtaş operasyonên KCK'ê jî rexne kir û anî ziman ev pêkanîn bi hiqûq û zagonan nayê tarifkirin. Demirtaş, da zanîn ku hikûmet ji bo van operasyonan vebêje pispor kirêkirine qanal bi qanal digerîne. Demîrtaş, bilêv kir ku rewşa wan a hevalên wan ên girtî hememan tişt e û wiha axivî: "An hûn dê me jî bigirin, an jî hûn dê wan jî serbest berdin. Wekî din rêyên din tune. Li Stenbolê ji rêveberiya me ya 50 kesan 48 kes hatine girtin. Li gorî vê hişmendiyê ji kesên KCK'ê tenê 2 kes li derve ne. Di operasyonên li ser navê KCK'ê pêk tên û kesên tên girtin ji sedî 99 eleweya wan bi îdîayan tune."
Demirtaş, da zanîn ku di 30 salên tawî de dibêjin operasyona herî mezin û serkeftî kirin, lê bi sondxwarine tişê bêaqilî dikin û wiha berewam kir: "Hûn bi girtinê tişê herî bêaqil dikin. Hûn difikirin ku KCK'îyan digirin, lê li derve bi hezaran KCK'î hene. We bi hezaran KCK'î ava kirin. Ji ber vê bêaqiliya we we bi hezaran KCK'î ava kirin."

'Biryar berê hatiye dayîn'
Demirtaş, destnîşan kir ku tiştên li ser navê KCK'ê tên vegotin ne rast in û wiha berdewa kir: "Kesên dibin pispor û parêzer bila biçin çiyê li wir KCK'ê vedibêjin. Beyî ku nizanibin KCK çiye li ser navê KCK'ê diaxivin. Li şûna ku dozger lêpirsîna parêzeran bimeşînin, li şûna dozgeran polîsan lêpirsin meşandine. Êdî polîs peyvira dozgeran dikin. Polîs diçin bi ser mala parêzeran de digirin. Bi xwe dozyayê amade dikin. Êdî polîs jî li dozger guhdar nakin. Ji ber ku je berê de biryar hatiye dayîn û li vir tu rol û mîsyona dozgeran tune. 17 dozer dozê dimeşînin, lê agahiya 15 dozgeran ji dosyayê tune. Ji ber ku ji berê de biryar hatiye dayîn. Di salên 1990'an de jî di gotin em bi ser ketin û kêf dikirin. Lê dema em li pêvajoyê dinerin em dibinin ku kesên wê demê kêf dikirin têk çûn. Em bi ser ketin. Ji ber ku me di ber xwe da. Ji ber ku em teslîm nebûn û em mafdar in. Li gel ku em bijartina xwe ji bo aştiyê didin jî dîsa hikumeta AKP'ê rêya aştiyê li pêş me digire."

'Em li dijî leşkeriya bi zorê ne'
Demirtaş, bilêv kir ku ew li dijî leşkeriya bi zorê ne û wiha pêde çû: "Êm li dijî leşkeriya bi zorê ne. Divê leşkerî bi dildarî be. Em alîgirê reda wîcdanî ne. Em dê piştgiriyê bidin leşkeriya bi berdêl. Em dixwazin temenê leşkeriyê derxin 25'an û bertêla wê jî daxin 5'an." Demîrtaş, ji bo mîtînga 3'e kanûnê ku li qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê jî bang li her kesî kir û xwest bi beşdarî û qîrkirina dengê xwe bersîvê bdin operasyonanan.

DÎHA/ENQERE