
Birayên Turgay û Tuncay Dogan bi salan e li navçeya Mêrsînê Tarsûsê bi hunerê niqirandin û verotina daran debara xwe dikin. Her du biara dibêjin, bipêşketina teknolojiyê re li ber nemana hunerê verotinê vekiriye.
Li Taxa Çaglayan a Tarsûsê, Turgay û Tuncay Dogan bi salan e ku bi hunerê verotina daran debara xwe dikin. Her du bira dibêjin, her ku diçe elaqeya ji bo hunerê verotinê kêm dibe. Turgay Dogan ji sala 1976`an vî karê dike, diyar dike ku ew li Stenbolê ji hosteyekî Ermenî hînî vî karî bûye. Dogan tîne ziman ku li derûdorê çend hosteyê verotinê mane û di demên dawiyê de ji ber bipêşketina teknolojiyê, elaqeya ji bo vî hunerî kêm bûye.
‘Em ji mecbûrî dikin’
Dogan wiha dewam dike: “Fabrîka jî daran diniqirînin û vedirojin; lê tenê ji sedî 60`ê wê hunerî ye. Divê destê mirovan li daran bikeve. Êdî dewlet jî xwedî li me kesên ku hunerê verotinê dikin, dernayê. Bi rastî jî em ji vî karî sar bûn. Êdî em ji neçarî vî karî dikin. Lê me ti carî karê xwe piçûk nexist.” Dogan da zanîn fabrîka sîparîşan didin wan û got: “Îro çar pênc fabrîka bi rêya fîrmayan piyaseyê bi rê ve dibin. Ev fabrîka tên cem me jî û kar didin me. Em tenê heqê keda xwe 50-100 lîreyî distînin.”
‘Siberoja vî karî nîne’
Tuncay Dogan jî dibîje, her diçe verotina daran û hunerê wê ber bi nemanê ve diçe û êdî ew tu pereyî jî qezenc nakin. Dogan, tîne ziman ku heta ku ew karibin ew ê vî karî bikin û wiha dewam dike: “Hin kes hene dixwazin vî karî wek hobiyê bikin. Lê dema me yî ku em fêr bikin tine ye. Mesela kesek kurê xwe bîne û bibêje vî pîşeyî hînî wî bike, ev dibe.” Dogan, diyar dike ku êdî ti qezenceke kolîneriyê tine ye û wiha diaxive: “Heke kesek wek pîşe, bixwaze hîn bibe, ez hînî wî/ê nakim, çimkî ti qezenceke wê tine ye. Naxwazim ti kes bê pere û sîgorte bimîne.”
MA/MÊRSÎN