Herî dawî pêla êrîşa gihîşt saziya me jî. Hêzên dewletê roja 28’ê cotmehê avêt ser mala endamê Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Mulazim Ozcan hate desteserkirin. Di nav kesên desteserkirî de Prof. Dr. Buşra Ersanli û endamê Enstîtuya Kurdî Kemal Seven jî hene. Bi girtina kesên mîna Ayşe Berktay, Denîz Zarakolu û Buşra Ersanli dixwazin peyamê bidin hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî.
Li gorî agahiyan heta niha nêzî sed kesî hatine desteserkirin, tê gotin ku dê ev hejmar zêde bibe. Îcar hedefa girtina Akademiya Siyasetê ye. Ji ber vê yekê kesê ku hatine desteserkirin bi giranî şagirt, mamoste û rêveberên akademiyê ne. Êdî mirov nizane ka dê peşk li kê bikeve. Lê bi her awayî diyar dibe ku AKP û hevalbendên wê dixwazin derfetên xebata demokratîk ji holê rakin. Piştî erdhejê Tayîp Erdogan bi zimanekî tûj û çors êrîşî kurdên azadîxwaz û şaredarên kurd kir. Saziyên dewletê li Wanê bi saziyên gel re ketine nav rikeberî û qayişkêşanê. Ev giş nîşaneyên vê yekê ne.
A rast AKP û hevalbendên wê bi van girtinan nîşan da ku ev doza ku navê KCK’ê lê dikin çendî hîç û pûç e û armanca êrîşan belavkirin û têkbirina qada siyaseta demokratîk e. Desthilatdarên nû hingî ji ser xwe çûne êdî kî bi ber wan dikeve bêyî tirs û paxav digirin. Vê yekê jî li ser navê hiqûqê dikin. Li aliyekî siyasetmedarên kurd digirin, li aliyê din hevalbendên xwe yên diz û kujer berdidin. Bala bidinê ji doza Denîz Fenerî kesî girtî nema, giregirên Hîzbûllahê giş hatin berdan. Bi vê yekê tenê namînin ji bo bizandinê komên faşîst bi ser saziyên kurd de dişînin.
Di van mercan de qada siyasî dê çawa xebatê bike? Li gorî baweriya min divê saziyên demokratîk li hemberî van êrîşan bibin xwediyê helwesteke xurt û rê û rêbazên xwe yên xebatê di ber çavan re derbas bikin. Belkî hinek guhartinên stratejîk pêk bînin. Bi vê mebestê divê BDP, KCD û Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG), li her cihî bi gel re civînan li dar bixin, bi beşdariya gel rewşê binirxînin û bigihêjin biryarekê.
Stratejiya AKP’ê diyar e. Ew dixwaze têkoşîna gelê kurd ji desthilanînê bixe, wê mecbûrî radestbûnê bike. Ew dizane ku têkoşîna gelê kurd tekane hêza berxwedêr e li hemberî wê. Her wiha ew tiştekî din jî dibîne; têkoşîna gelê kurd hinek hêz û dînamîkên demokratîk ên Tirkiyeyê jî dixe nav liv û tevgerê. Pêşî Bloka Ked, Aştî û Azadiyê, niha jî Kongreya Demokratîk a Gelan nîşaneyên vê yekê ne. Heke ev tevgera demokratîk geş û gur bibe, dê AKP çem û çem biçe. Lewre jî dixwaze bi van êrîşan rê li ber vê yekê bigire. Li gorî vê rewşê divê em xwe di ber çavan re derbas bikin û bi rê û rêbazên nû têkoşînê geş bikin. Di vê roja ku ez nivîsê dinivîsim de xebereke din a reş hat ji min re, bavê min ê ku ev zêdetirî sê mehan e li nexweşxaneyê bû, koça dawîn kir. Ev jî ji bo min bû karesata ser karesatan.