Alîkariyên li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê Êlihê tên berhevkirin, di nav de zexîre, nivîn û kinc hene bi tevahî 40 ton li du kamyonan hate barkirin. Alîkariyên hate komkirin ber bi deriyê sînor ê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve hatin şandin. Dê alîkarî teslîmî Şengaliyên li Kantona Cizîrê hatine bicihkirin bên kirin. Ji aliyekî ve alîkarî tê şandin û li aliyekî ve jî welatî alîkariyê tînin konê piştgiriya ji bo Rojava, Şengal û Mexmurê.

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr dema barkirina alîkariyê destek da xebatkaran û têkildarî alîkariyê axivî. Ozdemîr, diyar kir ku ew wek şandeya HDP, PHD û hevşaredarên PHD li Laleş, Mexmur, Ranya û Zaxo´yê hevdîtin pêk anîne û têkildarî rewşa welatiyên Êzîdî yên ji ber şer koçberbûne hevdîtin bi waliyê Dihokê re jî kirine. Ozdemîr, bilêv kir ku welatiyên ji Şengal û derdora wê koçber bûne li Zaxo û Dihokê di nav rewşek ne baş de ne û wiha got: “Hemû li derve û di înşatan de dijîn. Heta niha ji wan re cihek ne hatiye avakirin û alîkarî ji wan re ne hatiye birêkirin. Hikûmeta Barzanî tu alîkarî pêk ne aniye. Ji ber vê yekê welatiyan daxwaza alîkariyek mezin ji me kirin.”

120 hezar li Rojava ne

Ozdemîr, destnîşan kir ku niha nêzî 120 hezar welatiyên Êzîdî li Kantona Cizîrê ya Rojava li benda alîkariyê ne û wiha got: “Li gorî ji me re agahî hatin rewşa welatiyên me yên derbasî Kantona Cizîrê bûne ne başe. Pêwîste em wek gelê kurd li hember van êrîşên çeteyan ên dijwar yekîtiya xwe ava bikin û xwe li hember cîhanê bidin nîşandan.” Ozdemîr, banga alîkariyê li gelê Êlihê kir û got tiştê ji destê wan bê dê ji bo Kurdên Êzîdî texsîr nekin û ewê bikin. Kampanyayên alîkariyê ji bo Rojava û Şengalê li Mêrdîn, Mûş, Riha û Edenê jî dewam dikin.

ÊLIH