Kargeha Şîremenî (berhemên şîr) ya Ciwanro ya ev nêzî 10 sal e hatiye avakirin, rojane nêzîkî 3 ton berhemên şîr ên weke mast, penêr, qeymax, kere û hwd. çêdike.

Xwediyê Kargeha Ciwanro Sabîr Osman ê ji gundê Kêle Spî yê Silêmaniyê ye rabirdûya karê wî digihêje sala 1997’an. Di wê pêvajoyê de tenê 2 çêlekên wî hene. Bi şîr mast û penêrê difiroşe debara xwe dike. Sabîr Osman her diçe karê xwe pêş dixe, li Taxa Rizgarî ya Silêmaniyê di malekê de kargeheke biçûk vedike û li wir rojane 400 kîlo berhemên şîr çêdike.

Daxwaza welatiyan a bi berhemên navxweyî dihêle Hecî Sabîr Osman kargeha xwe mezin bike û berî niha bi 10 salan Kargeha Ciwanro vekir.

Cudatiya Kargeha Ciwanro ji yên din ew e ku berhemên li vir ji sedî sed xwezayî ye û ti dermanek-madeyeke cuda nayê têkelkirin.

Berhemên Kargeha Ciwanro tenê li Silêmaniyê tên firotin û ew berhem ji bo herêmên din nayên şandin.

 

ROJNEWS/SILÊMANIYÊ