Karkerên bi navê Ahmet Başarak, Mehmet Agirî, Yusuf Amed û Îbrahîm pisgirêkên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew nikarin azad li Herêma Kurdistanê bigerin. Karkeran anîn ziman ku ji ber cihê wan tune û ne welatî ne nikarin demdirêj bixebitin.
Karkarê bi navê Ahmet Başarak pisgirêkên dijî wiha anî ziman: "Di demê berê de me ne dikari derbasî Başûrê Kurdistanê bibîn. Pişti ku Herêma Kurdistan azad bûyî me berê xwe da Kurdistanê. Bi rastî ji Hewlêr weke gundekî bû. Piştî ku xelkê bakûr hati di navde kar despêkirî nû bi nû şeklê bajarbûnê xwe da pêş. Ji beriya wê bi vî awayî ne bû. Ligel hemû zehmetî yên ku me kişandîn qimeta me niha weke karmendekî Tirk ji nine. Em di bêjin em ji Kurdin û em birayên hevin. Divê ku em li ser vi welatê azad, bi awayekî azad bi gerin."

10 roj tenê karin bimînin
Karmend Mehmet Agirî jî bal kişand ser pirsgirêkan xwe û wiha got: "Min wekî Kurdekî nedixwast bi pasteporê li Kurdistanê bigerim. Ji ber ku ev der Kurdistane û welatê me ye. Lê dema ku mirov temaşe bike, Kurdek nikare li welatê xwe bê pastepor û îqame bi gere. Heger ku em bi pasteporê ji hatibin mafê me yê ku em di Kurdistanê de bi minin 10 rojin. Ji deh rojan şûnde divê yan em derkevin ji welat yan jî em îqamê çêkin. Ev îqame ji 15 rojan carekê tê gûhertin. Lê di çêkirin wê de ji zoriyan di kişînin. Ji ber ku em heroj dicin dayreyê heya rojekê îqamê ji mere çêdikin. Bila her kes bizane ku Kurdê Bakûrê Kurdistan ji keyfa xwe û ji xweşiyên xwe de berê xwe na din vir. Hindek kes ji ber zilama dijmin di revin tên. Ji ber ku na xwezin di zindana de jiyan bikin, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Hindek kes jî ji ber bazirganîyê tên. Lê heya yekê başûr şirikatiya wan ne ke nikare bazirganyê bike. Faydeyê wê bazirganiya bi şirikati ji divê pereyê zêde ji bo wî kesê başûri yê ku şirikê bi be."
Abidîn Gever jî anî ziman ku ji dûrve Hewler pir xweş e û wiha got: "Demê mirov ji dûr ve li başûrê Kurdistanê temaşe dike, dibêje tu pisgirêkên wan ninin. Lê demê ku mirov bê di nav de bijî dibine ku ew xiyalên bêhna azadiyê jê di hatin pir ji rastiya xwe dûre. Tê gotin ku Kurdistana Başûr cihekî dewlemende, weke dûbayê tên binavkirin. Lê dema ku mirov tê di navade jiyan dike, dibine ku pisgirêkên herî balkêş û giring di nava de hene. Li Evropa jî mirov vê giraniya xaniyan na bine. Weke din pisgirêkên cuda cûda rû be rû dibin. Mirov nikare cihekî bê destûr bistîne da ku têde jiyan bike."

'Kar pir giran tên meşandin'
Karmendê bi navê Îbrahîm Etem jî anî ziman ku ji bo kar û barê fermî zêde muxataban nabîn û karê fermî pir giran tnê meşandin. Etem, destnîşan kir ku li wir otêl vekiriye û wiha gotn: "Herêma Kurdistanê dibe ku Hikmetek nûye. Di karû barê fermiyetê de dibe hîn ne hatibe rûnişkandin. Pergalên rêvebirinê zû nayên bi rêvebirin. Ji bona wê yekê em ji li vir astengiyan di kişînin. Demê ku mirov diçe saziyên Hikmetê, ji bo ku ewraqekê derbêxî tu keskî li wêderê nabinî. Di hefteyê de 3 roj tedila xwe dike tu kes nine hesap jê bixwaze da ku karê xwe bi rêvebibe. Di aliyê karmeşandinê de ji pisgirêkên mezin tên jiyankirin. Tu kes bi karmendan ve eleqeder nabe. Pisgirêka karmendên bakûrê Kurdistanê ya herî mezin ji ber ne niştecihin nikarin bi serbestî ji xwe re li kar bigerin.
Yusûf Amed ji di derbarê xebatên xwe de wiha got: "Me li vir restoranta vekiriye. Pisgirêkên herî zêde ziman e. Ji ber ku em xelkê bakûr bi zimanê kurmancî lê yê vir bi soranî ye em hev zêde fam nakin. Em li vir bi awayeki erzani xizmeta gelê xwe dikin." 

 DÎHA/HEWLÊR