Ew karker in. "Karkerên demsalî" dibêjin ji wan re. Bi dehan sal, bi sedan sale ku heman karê dikin. Her biharê ji gundên xwe derdikevin û berê xwe didin bajarên Tirkiye'yê. Her bihar berên Çukurova, Anatoliya Navîn, Ege, berên Behra Reş benda wan e. Bihar heta payîz di zeviyan de ne. Konên xwe li kêleka çemekî, li qeraxa rê ye kî an jî li himberê zeviyekî vedikin. Hetanî payîzê karker û rêwî ne, bi xelaskirin a çandina zeviyekî, heta zeviyekî din... Bi herêmekî çandin diqede, heta herêmekî din.
Wekî me li jor got, karkerên demsalî, bi hezaran sale ku, bi rêwîtî, bi êş û zehmetî, bi keser û dijwarî, li Kurdistan heta her bajar û bajaroka Tirkiye'yê çanda her fêkî û zerzewatan kirine. Bi sedan sale ku her netew dîtin. Bi salane ku li gel her miletê xebat kirin. Bi salane ku xwîdana xwe li ser her zeviyan rijandin. Bi salane ku ax bi xwîdana wan şîn bû. Her ku ax şîn bû, rewşa wan paş ve çû. Her ku bereketa axê zêde bû, debara wan ket nava dijwariyê. Her ku berên dinyayê însanan têr kir, ew hê birçî man. Her ku destên wan hilberand û afirand, ew di nava zelûltiyê de man. Her ku xwedî ax dewlemend bûn, ew di nava feqîrtiyê de diperpitiyan.
Heta bi gelek lêkolînan zelal bûye ku, rewşa wan a îro, di dema Osmaniyan, ango dema Waliyê Misirê Mehmed Elî Paşa de jî xiaptir e.
Gorî lêkolînan, Kurdên ku karkertî ya demsaliyê dikin, hijmara wan 2 milyon kes in. Ez bi xwe, ji bo ku zanîngehê xelas bikim, tezek amade kir û wê demê jî min dît ku, di dema şerê de, ango di 1994 wan deman de hijmara karkerên demsalî hezar 500 kes jî zêdetir bû. Lêkolînên îro zelal dike ku, ew hijmar kêm nebûye, her zêde bûye. Ev yek jî diyar dike ku, şerê qirêj ku heya niha li Kurdistan dihat meşandin, bandora xwe ya herî qirêj û herî veşartî li ser karkeran daniye û barê wan hê zêde kiriye.
Di nivîsekî de ezê çawa vê rewşê bînim ziman nizanim. Di vê mijarê de, nakokiyên herî mezin cih girtine: ev mijar, ji aliyê heqaniyê, ji aliyê tendurustiyê, ji aliyê mafên mirovî, ji her aliyê nakokiyên dîrokî, nakokiyên derînsanî ve têr û tijî ye.
Vaye dîsa bihar tê û li Kurdistan rêwitiya karkeran destpê dike. Li Amed, Riha, Elih, Colemerg, li Serêkaniyê, li Wêranşar, li Mêrdîn û li her derên Kurdistan îro pêva qeymon û "trên a posta" tijî karkeran ve barkirî di rê de ne.
Heftê borî, li Wêranşar komcivînek hate lidarxistin. Wek di xwedîmaltiya Kongreya Civata Demoqrat (KCD)'ê de, nêzi 250 kesên delege kom bûn û xebatkarên demsalî bi xwe jî di nav de bi awayekî berfireh nîqaş kirin. Cara yekeme ku li ser pirsgirêka xebatkarên demsalî ya Kurd xebatek tên çêkirin. Ji ber wê, bawerim ev xebat bibe destpêkek û roj bi roj ber bi rêxistinekê xurt ve biçe. Ev pêdiviyeke dîrokî ye.
Ji ber ku, her ku pirsgirêkên xebatkaran neyên çareser kirin, pirsgirêken demoqrasiyê jî tew dê qot û kulake bimîne.
Karkerên demsalî
Her ku bihar tê, dema wan û axê bi hev re vedibe. Her ku bihar tê, zikê axê û destên wan bi hevre şîn dibe. Ax destê wan şîn dike, destên wan axê... Dema ku ax şîn bû, êdî dema wan a çandiniyê ye. Bi vê sedemê, her ku bihar tê, pevgihîna wan û axê pêk te. Ew dem, dema mihrican a xwezayê û însan bi hevre ye. Ew dem, dema rêwîtiyê ye... Ber wê her bihar bi hezaran keç û xort, dê û bav, kal û pîr, zar û zeyc di rê de ne.