Karmendên li Başûrê Kurdistanê li Helebce, Germiyan û herêma Raperînê dîsa daketin meydanan û daxwaza mûçeyên xwe kirin. Karmendên bajarê Helebce li ber avahiya Walîtiya Helebce kom bûn û li dijî sîstema bipaşxistina mûçe û guhertinên hatin kirin, nerazîbûn nîşan da. Her wiha daxwaznameyek pêşkeşî serokatiya herêmê, Desteya Wezîran û hikûmetê kirin û daxwaza mûçeyê xwe kirin. Karmendên herêma Raperîn û Germiyanê jî li ber qaymeqamtiya navçeya Kelar a Germiyanê kom bûn û daxwaza mûçeyê xwe kirin. SILÊMANÎ
Ji ber axaftina Kurdî li girtiyan dan
Li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê, girtiyên ku bi Kurdî axivîn, rastî êşkenceyê hatin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyamek şand û bal kişand ser êşkenceya ku li wan hatiye kirin. Dayikeke ku bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî, got, “Ji ber ku bi telefonê axivî nekarî zêde qala tiştekî bike. Lê belê dema ku geriya hema yekser got ‘biçin gilî bikin’. Ev hefteyeke hema bibêjin her roj diavêjin ser qewîşan û li wan didin. Kurê min got, herî dawî ji ber ku bi Kurdî axivîne êşkence li hemû girtiyan hatiye kirin.” HATAY
Parlamenteran piştgirî dan kasibkaran
15 parlamenterên Kurd ên li parlamena Îranê piştgirî dan greva giştî ya kasibkaran û diyar kirin ku heger daxwazên kasibkaran pêk neyên, ew ê îstîfa bikin. Li bajarê Bane û Ciwanro li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê boykota dikandaran kete roja xwe ya 23’yan. Parlamenterê Mahabadê Mahmud Salihî derbarê pêşniyaznameyê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku li Rojhilat nêzî 7 milyon kes bi bazirganiya sînor û kolberiyê debara xwe dike. Salîhî got “Astengiyên ji kolberan re tên derxistin û rawestandina bazirganiya sînor, gelê me bi tengasiyên debarê re rû bi rû hiştiye.” SINE
Li Mûsilê namzetek hate kuştin
Namzetê parlamenteriyê Farûk Zirzûr Cûbûrî yê ji lîsteya Iyad Elawî li Mûsilê hate kuştin. Ji hilbijartina parlamenê ya Iraqê re ku wê 12’ê Gulanê bê kirin, çend roj man. Kesên nenas ketin mala Cûbûrî ya li gundê El Lezega yê li nehiya Kayyara ya li başûrê Mûsilê û bi kêran Cûbûrî kuştin. Li ser kuştina Cûbûrî heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Cûbûrî li zanîngeheke Mûsilê jî hîndekar bû. MÛSIL