Rêveberê nexweşxaneya giştî ya şehîd Şewket Heyder Hesen li qezaya Seyîd Sadiq ji RojNewsê re got: “ev qederê sê rojan e ku bijîşk û karmendên nexweşxaneya me dest ji kar berdane û di grevê de ne. Ji ber ku meaşên wan dereng ketiye. Karmendên nexweşxaneyê tu çavkaniyeke wan a darayî tineye û mafê wan e ku daxwazek bi vî rengî bikin.” Heyder Hesen ji aliyên peywendîdar xwest gavên cidî biavêjin ji bo çareserkirina pirsgirêkê.

 Karmendê Elektirîkê li Seyîd Sadiq, Ezîz Mihemed jî derbarê çalakiya xwe de ji RojNewsê re axivî û got, ne pêwîst e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewqasî hemwelatiyan di bin barê giran ê pirsgirêkên aborî de bihêle. Mihemed wiha dewam kir: “ev qederê 100 rojî ye ku me meaşên xwe wernegirtine. Di rewşekê de ku debara me bi tenê bi meaşên me ye.”

Ezîz Mihemed bal kişand ser wê yekê ku êdî hikûmet fêrî van boykot û grevgirtinan bûye û pêwîst e ku hemwelatî dîsa ji bo daxwazên xwe dest bi xwepêşandanan bikin.

Karmendên şaredarî, av, cotkariyê û pirtûkxaneya giştî ya Seyîd Sadiq jî dest ji kar berdane û diyar dikin ku heta meaşên wan neyê dayîn, wê greva xwe dewam bikin.

Karmendên rêveberiya parvekirina elektrîkê li Silêmaniyê greva xwe dewam kirin. Ji ber vê gelek kes li beramberî avahiya rêveberiya parvekirina elektrîkê kom bûn, ji ber ku karûbar nayên meşandin. 


 SILÊMANÎ