Doh karmendên Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê deriyê avahiya xwe daxistin. Karmendan dest ji kar berdan û li pêşiya avahiyê dest bi çalakiyê kirin. Nerazîbûna karmendên Trafîkê ji bo nedayîn û derengmayîna mûçeyan e. Karmend dixwaza mûçeyan dikin û dibêjin ku ger daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Di van seatan de jî ku em nûçeya çalakiyê amade dikin, çalakiya karmendan berdewam dike.

Nêzî sê roj in beşek ji karmendên hinek saziyên hikûmetê yên li Silêmaniyê dest bi grevê kirine. Karmendên du bankayan û Saziya Bacgirtinê jî pêr dest ji kar berdan. 

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ