Lijneya Parastina Mafê Rojnamegeran rapora binpêkirina mafan a şeş mehên dawî ya li hember rojnamegerên Kurdistanê eşkere kir. 

Doh Lijneya Parastina Mafê Rojnamegera ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, li Salona Diyalog ya Kerkûkê  di daxuyaniya çepemeniyê de rapora xwe ya 19'emîn eşkere kir. 

Li gorî raporê, di şeş mehên dawî yên îsal de  bûyerek qetil kirina rojnamegerekê, çar bûyerên şehîd kirina  rojnamegeran ku yek ji wan jî Nûjiyan Erhan e, di 23’ê Adarê de li Şengalê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve şehîd bûye, rûdane.

Her wiha di raporê de ev agahî hatin parve kirin: “4 bûyerên gef xwarinê, du bûyerên bê rêzî kirinê, du bûyerên girtina saziyan, du bûyerên girtinê, du bûyerên êrîş kirinê, bûyereke xwe kuştinê, bûyereke binçav kirinê, bûyereke lêdanê, 4 bûyerên desteser kirinê û 4 bûyerên asteng kirinê ku li hember 15 rojnamegeran pêkhatiye.”

 

Herêma herî metirsîdar: Başûr

Li gorî rapora navnetewî jî Rojhilata Navîn bi giştî û di nav Rojhilata Navîn de  jî Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran ji bo rojnamegeran bûye cihên herî metirsîdar. Her wiha li gorî rapora navnetewî, li  Iraqê jî Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin ku  ji bo rojnameger û çapemeniyê cihê herî metirsîdar e. Li gorî heman raporê  mehane, bi dehan bûyerên binpêkirina mafên rojnamegeran li  Herêmê tê kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN