Di pîknîka li qada Glattpark Opfikon a Zurcihê de, mamosteyên Kurdî Hesen Huseyîn Denîz û Evîn Yagci, karneyên xwendekarên beşdarî dersên Kurdî bûn, dan. Rayedarên komeleyê da xuyakirin ku wan bi vê aktîvîteyê re xwestine zarokên Kurdî hîn dibin bînin cem hev û têkiliyekê di navbera wan de çê bikin. Li Swîsreyê di 15'ê Tebaxê de piştî ku dibistan ji nû ve vebûn, wê dersên Kurdî ji nû ve destpê bikin. 

ZURICH