Fermandariya Herêma Zagrosê ya HPG’ê, li ser çalakiya berfireh a doh li Şemzînan û derdora wê hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me ji 4 baskan ve li hemberî hêzên dewleta dagirker a li navenda Şemzînanê; li dijî navedan polîsan, dersxaneya tîmên taybet, gelek bendên kontrolê yên polîsan ên li navenda bajêr û çeperên maşînên zirxî çalakiyeke berfireh lidar xistin. Di çalakiyê de derbên xurt hatine lêxistin û di encamê de gelek polîs û tîmên taybet hatine kuştin, 6 maşînên zirxî û tankek di derbên ewilî de hatine rûxandin. Gundê Şapatan û derdora wê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Cenazeyên gelek leşker û polîsên di encama çalakî û şer de hatin kuştin, li naverastê man. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyona şoreşgerî wê piştre bên eşkerekirin.”
Li Elezîzê avahiya emniyetê nema
Li ber Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê teqîneke dijwar rû da. Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê. Şahidên bûyerê yên ji televîzyonên Tirkan re axivîn gotin, wesayîtek li ber avahiyê hatiye teqandin û bi dehan polîs mirine. Şahidekî jî got, herî kêm 50 kes mirin e. Di encama teqînê de, wesayîtên li ber avahiya emniyetê şewitîn û dar ji kokê ve rabûn. Dengê teqînê ji 5 kîlometreyan hat bihîstin.
Ji ber teqînê, avahiya emniyetê ya ji 5 qatan xera bû. Her wiha xisareke mezin li lojmanên polîsan ên li vê derê bû. Tê gotin, di encama vê teqînê de gelek polîsên Tirk mirin e û birîndar bûne.
Bo teqîna li dijî Muduriyeta Polîsan a Xarpêtê ya ku gellek kes tê de jiyana xwe ji dest dan, bi awayekî demborî weşana têkildarî teqînê hat qedexekirin.
Li Xîzan a Bedlîsê çalakiya gerîla
Leşkerên Tirk ên li navçeya Xîzan a Bedlîsê derketin operasyonê, derb xwarin. Di dema derbasbûna maşînên leşkerî de teqîneke dijwar rû da. Ji ber teqînê gelek leşker mirin.
Çavkaniyên Tirk dibêjin 6 leşker mirin e, 7 jî birîndar bûne. Lê çavkaniyên herêmî radigihînin, ku gelek cenazeyên leşkeran ji herêmê hatine rakirin.
ANF/BEHDÎNAN