
Komeleya Kardarên Kurd a li Ewrûpayê (AKEE) ya ku navenda wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ye, dawiya hefteya bihurî kongreya xwe ya asayî ya 5´an bi rê ve bir.
Kongre 16´ê Kanûnê li hola konferansan a Maritim Hotelê bi beşdariya 80 delegeyî pêk hat.
Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, serokê AKEE´yê Naim Kiliç peyivî. Naim Kiliç îşaret bi bipêşketina sermayeya Kurd li Ewrûpayê kir, û got, sermeyedarên Kurdistanî jî veberhînanên xwe li mezin kirine. Kiliç wiha peyivî: “Ji dikandarên piçûk heta bi kardarên mezin, em behsa komeke sermayedaran dikin ku ji dehhezaran pêk tê. Mirovên me gelekî dixwazin karê xwe bi xwe ava bikin. Ji bo ku li vê devera dûrî welatê xwe ne li nava dinyaya sermayeyê de bi pîşeyên xwe serketî bin û ji bo vê jî bi daxwazeke mezin dixebitin. Ev rewş yekser xwe li meydana birêxistinbûyîna me û xebeta me ya AKEE´yê jî xwe dide der.”
Divê em bibin rêxistina Kardarên Kurd hemûyan
Naim Kiliç got, divê armanca AKEE´yê ew be ku hemû karsazên Kurdistanê bihewîne, bicivîne û wiha peyivî: “Bêyî fikrên sabît ên îdeolojîk û polemîkên rojane yên piçûk, divê em têkiliyê deynin bi karsazên ji her çar parçeyên Kurdistanê li her devera dinyayê û wan di bin banê komeleyê de bînin cem hev.”
Piştî ku endamê desteya rêveber Mesût Aliş rapora xebatê ya salê xwend, endamê heman desteyê Mehmet Subaşi jî rapora şaxê AKEE´yê yê Fransayê xwend. Piştî xwnedin û minaqeşekirina raporên teftîşê, desteya hakeman û ya malî, rapor hatin erêkirin.
Desteya Rêveber a nû
Piştî guherandina hin xalên rêziknameya AKEE´yê, Desteya Rêveber a AKEE´yê ya nû hat hilbijartin. Li gorî encaman endamên desteyê ev in: Necdal Dişli (serok), Ahmet Ertürk ,Necip Karakas,Firat Erbak, Hulya Aksoy, Îbiş Taş, Nurettin Buyuk, Cihan Gur, Yahya Çete, Murat Alpavut, Sînan Behzatoglu.
Desteya Teftîşê ya nû jî ji van kesan pêk tê; Osman Demirkol, Muhittin Camuka, Mehmet Dogan.
Di desteya Hakeman de jî Salih Açıg, Salih Akin, Ali Ekber Aslaner cihê xwe digirin.
FRANKFURT