Zimanzan û pedagog jî vê rêbazê diparêzin
Beteyî, anî ziman ku pispar, zimanzan û pedagog jî ji bo hînkirin û fêrkirinê gelek xebat meşandine û di lêkolînê de piştgiriyê didin vê rêbaza ku raste rast hîdabî çav û meji dikin û wiha berdewam kir: "Ev kard di Kurdî de gavek yekem e. Heta niha bi zimanê Kurdî weşanek bi vî rengî nehatiye kirin. Bi taybetî kesên bi Kurdî nizanin û bixwazin fêrî Kurdî bibin rêbazek baş e. Ev deste ji 361 kartan pêk tê. Li ser kartan wêneyê team, sewal, libas û alav û amûrên jiyanê hene."
'Ji bo kesên Kurdî nizanin baş e'
Beteyî, anî ziman ku zarokên fêrî Kurdî dibin vê rêbazê ji bo xwe wekî lîstikekê dibînin û hem dema xwe derbas dikin û hem jî fêrî ziman dibin. Batayî, da zanîn ku ev ne tenê ji bo zarokan, ji bo hemû kesên bi Kurdî nizanin rêbazek baş e. Batay, da zanîn ku zarok bi van kartan fêrî 361 peyvan dibin û her peyvek bi xwe re peyvek din fêr dike. Batayî da zanîn ku rêbaza dîtbarî hiş û aqil xurt dike û ji bîra mirovan zû bi zû naçe.
DÎHA/WAN