
Heft baq derzî di qula derziyê re berzîn… Ev gotinên bizelêv a Kurdî ji aliyekî ve gotina wê zehmet e, li aliyê din jî tiştekî pêkhatina wê ne mimkûn îfade dike. Lê belê hostayên karê minyatûrê ne heft baq derzî, karwanê devahan di qula derziyê re derbas dikin.
Li Mûzeya Minyatûran a Pragê her tişt gelekî biçûk e; bi hesabê milîmetreyan tên pîvan û tenê bi mîkroskoban dikarin werin dîtin. Di mûzeya li kêleka Keleha Pragê de gelek berhemên balkêş têne pêşandan. Di ketina odeyê de tiştek xwuya nake lê dema mîkroskop dikevin dewreyê mirov xwe di nava hunerekî bêhempa yê minyatûr de dibîne.
Mînak; Karwanekî devehan tevî darên palmiyeyê li ser qûla derziyê hatine rêz kirin. Li ser lingê pêşûyê bexçeyekî heywanan, li ser muyê porê duayek hatiye nîvîsandin. Pirraniya van berheman jî aidî hunermendê Sibîryayî Anatoly Konenko ne. Beriya vî karî bike amûrê cerahiya/ameliyata çavan çê dikirin. Di afirandina berhemên xwe de amûrên taybet bi kar tîne û şaşiyeke biçûk dikare karê bi mehan meşandî têk bibe.
200 pirtûkên mîkro yên di mezinahiya 0,9, 09 milîmetreyan de jî di nava berhemên wî de cih digirin. Yek ji berhemên wî yên herî balkêş jî ew e ku nalê zêrîn li lingê kêçê kirine.

PRAG