Komîteya Rêveber a PKK'ê ragihand ku endamê wan ê Komîteya Navendî Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) di êrişa hewayî de ya 27'ê Gulanê li devera Bradostê şehîd bûye. Kasim Engîn sala 1989’an li Sirgûna Ewrûpayê tevlî nav refên PKK’ê bû. Ew du caran beşdarî perwerdeyên Rêber Apo bû. Wî li Eyaleta Başûrrojava û paşê li Botanê fermandariya gerîla kir. Demeke dirêj wî berpirsyariya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê kir. Nivîsên wî di beşa forumê û Kurmancî ya rojnameya me de jî hatin weşandin. PKK’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Nazlikul û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest û soza dtolhildana şehîdan û biserxistina doza wan da. NAVENDA NÛÇEYAN