Derhêner Murat Bayramoglu berê bi belgefîlmê wî “Tirkî: Pekî” zêdetir hat nasîn. Bayramoglu niha ligel Tunç Erenkuş belgefîlmê bi navê “Kavar” kişand û belgefîlm dê bê nîşandayîn.

Belgefîlm navê xwe ji herêmeke li dora Gola Wanê digire. Di salên 90’î de wekî gelek gundên Kurdan, herêma Kavarê û gundên tê de jî têne valakirin, pirraniya gundiyan berê xwe didin Stenbolê û metropolên din ên Tirkiyeyê. Piştî salên 2000’î ew careke din berê xwe didin gund, lê vê carê hê zêdetir rêxistinbûyî. Bi vê yekê re di nava xwe de nîqaş dikin ka ew ê çi bikin, çawa bikin, çi biajon, debara xwe bi çi bikin? Kooperatîfê vedikin, mêşvanî, firotina şîr û gelek tiştên din... 


Ev 4 sal in ku diherin gund

Piştî demekê derhêner Bayramoglu û Erenkuş berê xwe didin wê herêmê. Ji sala 2009’an heta 2013’an gelek caran diçin, bi gundiyan re diaxivin, dîmenên karên wan digirin û di dawiyê de belgefîlmê bi navê “Kavar” derdixin holê. Kavar hem çîroka êşa wan, hem ya coşa wan e.

Belgefîlm yekemîn car vê mehê di çarçoveya 9’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê “Documentarist” de hat nîşandayîn. Niha jî li Navenda Fîlman a Mîthat Alan ya li Zanîgeha Bogazîçî (Kampusa Başûr) 29’ê Hezîranê wê bê nîşandayîn.


Murat Bayramoglu kî ye?

Bayramgolu derhênerekî Kurd e, sala 1971’ê hatiye dinê. Li Zanîngeha Guildhall a Londonê Beşa Ragihandin Deng û Sazkirina Dîmen xwendiye. Heta niha hin kurtefîlm çêkirine. Belgefîlmê “Turkçe: Pekîyî” filma wî ya yekem a belgeyî bû û “Kavar” î duyemîn e.


Tunç Erenkuş kî ye?

Erenkuş sala 1974’an li Stenbolê hatiye dinê, li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Beşa Televîzyon û Sînema xwendiye. Heta niha gelek kurtefîlm û fîlmê reklaman çêkirine. Ji belgefîlmên wî yê herî zêde tê zanîn “Oglunuk Erdal” e ku li ser Erdal Eren ê di 17 saliya xwe de hat îdamkirin. Ew di heman demê de wênegir e jî. 


 STENBOL