Li navçeya Bedlîsê Tetwanê, 5 gundên di 1990’î de ji gund hatin derxistin û di 2009’an de vegeriyan gundê xwe, hatin gel hev û kooperatîfa bi navê Kavar ava kirin. Kooperatîfa Kavar, wek nimuneyeke serketî ya aboriyê derket pêş û di komunê de 40 jin hilberîna xwezayî dikin. Dahatê jî di nav xwe de wekhev parve dikin. 5 gundên di navbera Tatwana Navçeya Betlîsê û Wanê de dimînin û di 1990’ê bi zorê hatin valakirin, hatin gelhev û Kooparatîfa Bipêşxistina Çandiniyê ya bi navê Kavar ava kirin. Kooparatîfê di Çileyê 2009’an de dest bi xebatê kir û her diçe xwe mezin dike. Seroka Desteya Rêveber a Kooperatîfa Bipêşxistina Çandiniyê ya Kavar, Gurgîn Karabey dide zanîn ku wan di destpêkê de bi 3 jinan dest bi vê xebatê kir. Lê niha ew 40 jin bi hev re dixebitin: “Kooperatîfa me ji sedî sed hilberîna xwezayî ya nok, beqlik, hingiv û wekî dike dike.” Da ku hewceyî nekesan nebin  Karabey dide zanîn ku gundiyên Solî, Şahmanis, Çorsin, Avetax û Unsus hatine gel hev û kooperatîf ava kirine û got: “Kavar navê cih û warê 6 gundên ku di navbera Wan û Tetwanê ye û ev gund sala 1990’î hatin valakirin. Herêmeke biçûk e. Lê pirr bi bereket e. Xwedî zozan û goleke xweşik e. Gundiyên di 1990’î de ji gundên wan hatin derxistin, di 2000’î de vegeriyan. Ji bo xurtkirina aboriya xwe û avakirina hîmekî şêkirina deverê ji nû ve, Kooperatif hat avakirin, lê ne wek wan kooperatîfên klasîk ên li Tirkiyê. Karabey vê yekê wiha rave dike: “Me wek kooperatîfên klasîk ji dewletê desteka krêdî û sewalan nestand. Berovajî bi hêza xwe ev derfet afirandin û kooperatîf damezirand. Ji ber vê jî kooperatîfa me ji kooperatîfên din cihêtir e.” Ji sedî sed organîk Karabey wiha behsa xabeta xwe kir: “Hin muşteriyên me telefonên me dikin û siparîş didin. Her wiha me di demeke nêz de di ser înternetê de malpera Kooperatîfa Kavar vekir. Di ser wê malpera înternetê de me bazara hilberîna xwe pêşkêşî raya giştî kir. Her wiha em li ser rêya Wan û Tatwanê di holikên biçûk de berhemên xwe difroşin. Hilbirîna me ji sedî sed organîk e û di bin marka ‘Kavar’ de li bazarê tê firotin. Me bi 3 jinan dest bi kooperatîfê kir. Niha 40 jin dixebitin. Hedefa me meztir e. Em dixwazin hê zêdetir jinan di kooperatîfê de bicihkin û derfetên aboriyê ji bo wan bidin afirandin. Pereyê ku tê bidestxistin di navbera jinên karker de wekhev tê parvekirin. Ez jî wek karkereke ji dil di kooperatîfê de dixebitin.”  MAHMUT RUVANAS-MA/ BEDLÎS