Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê û Girekê Legê cenazeyê Têkoşerê enternasyonalîst Kawa Amed ê di hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dayî, ber bi Başûr ve oxir kirin. Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mesûr El-Selûm, nûnerên partiyên Kurd û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê  di merasîma oxirkirina cenazeyê Kawa Amed (bi navê sivîl Pawlo Todd) de hazir bûn û li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Girseyê piştî wergiritina cenazeyê şervanê Emerîkî yê 15ʹê Çile di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dayî, bi karwanekî tirmpêlan ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve dan rê. Karwan rastî elaqeyeke mezin a welatiyên herêmê hat.

Li deriyê Sêmalka jî karwanê cangoriyê enternasyonalîst rawestiya, şervanan cenaze li ser milan kir û heta bi derî meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin, merasîm bi rêzgiritina leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJʹê ve dest pê kir.

Em ê doza wan dewam bikin

Di dewama merasîmê de Fermandar Egîd Melahîr jî li ser navê Şervanên enternasyonalîst axivî û got:ʺŞehîd Kawa yek ji wan kesên li hemberî kapîtalîzmê û dîktatoriyê sekînî û tekoşiya ye. Ji ber vê yekê tevlî Şoreşa Rojava bû û di parastina gelên bindest ên azadîxwaz de cih girt û tekoşîn da meşandin. Em soz didin hemû gelên xwe ku em ê bi hemû hêza xwe tekoşîna wan bidomînin.ʺ

Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Mensûr El-Selûm jî di merasîmê de axivî û got: ʺFikr û Felsefeya Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan bû fikr û felsefeyeke cîhanî. Cîhan kir du alî, aliyê Federaliya Demokratîk a Azad û cîhana azad û aliyê din jî yê dîktatoriyê ye.ʺ Di dawiya merasîmê de cenazeyê Kawa Amed derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Li wir jî cenaze wê radestî konsolxaneya Emerîkî bê kirin da ku li welatê xwe Emerîkayê were definkirin. 


DÊRIK