7'emîn Rûniştina doza 8 kesên ku di nav de Nûnerê Buroya DÎHA'yê ya Herêma Amedê Kadîr Kaya û Nûçegihanê DÎHA'yê yê Êlihê Erdogan Altan jî hebûn û di 15'ê nîsanêde hatibûn girtin, doh li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.
Îdayên dozgeriyê pûç derketin
Di rûniştinê de Nûnerê DÎHA yê Amedê Kaya û Nûcegîhanê DÎHA yê Êlihê Erdogan Altan ku bi îdîayên "Li gel endamê rêxistinê nîn in li ser navê rêxistinê sûc kirine", "Agahiyên îstîxbarî ji rêxistinê re ragihandine" û "Propagandeya rêxistinê kirine" dihatin darizandin bi biryara dadgehê serbest hatin berdan. Kaya û Erdogan, nêzî salekê ye girtî dihatin darizandin.
Dadgehê biryara tahliyeyê da
Piştî parêzeran parastin kir û xwest muwekilê wan serbest be berdan heyeta dadgehê rewşa Kaya û Erdogan a girtî li ber çavan derbas kir û der barê Kaya û Erdogan de biryara taliyê dan. Girtiyê bi navê Îhsan Bilayak ku di heman dosyayê de dihat darizandin jî serbest hate berdan. Doz taloqî 14'ê Gulanê hate kirin.
DÎHA/AMED