
Lijneya Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê der barê nêzîkatiyên pergalan ya li hemberî çand û zimên de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Lijneya KCD’ê da zanîn ku pişaftina zimên û çanda gelekî şerma mirovahiya sedsala 19. û 20’an e. Lijneya KCD’ê, destnîşan kir ku Hêzên desthilatdar gelên ku kiribûne mêtingerên xwe,ji bo ku desthilatdariya xwe li ser wan bêdem û bê navber bidomînin serî li polîtîkayên pişaftinê dan û jiber van polîtîkayan, gelên Afrîka û Asyayê ku yên paş de hiştibûn xwestin bi pişaftinê bişibînin xwe.
KCD’ê bal kişand ser pergalên desthilattar û diyar kir ku pergalan ev bi salane dixwazin ku,yên reşik bikin mîna spiyan û Asyayiyan jî bikin mîna Ewrûpayiyan. Bi tune hesibandina çand û zimanên van gelan xwestin ku desthilatdarî û serweriya xwe bêsînor bikin.
KCD’ê daxuyaniya xwe wiha domand: “Bi encamên polîtîkayên mêtînger û pişaftinê ku yên bi salan, heta bi sedsalan hatibûn domandin, ne reşik bûn spî û ne jî, Asyayî bûn Ewropî. Li pitş xwe xirbeyên şerên ku hilweşîna şaristanên mezin pêk anî, hişt. Lê gelan, neteweyan, qewman biber xwe danên ji bo çand û zimanên xwe ev nêzikatiyên pişavker bi paş ve xistin.”
KCD’ê bilêv kir ku, Sedsala 21emîn bi tijetiya serkeftina gelan, olan, zimanan û çandan, serdema demokrasiyê dest pê kiriye. KCD’ê da zanîn ku berevajiya cîhanê tevdigere û di dema damezirandina komarê de meclîsa yekemin, gelên Tirkiyeyê bi çand û zimanên xwe, curbicurîyên xwe ve dihatin temsîl kirin lê ji vê salê şûnde rêveberiyeke olîgarşîk ya xwe dî feraseta yek perest; bi şêwandina yek perest, gelên ku Tirkiye pêk anîne, di destpêkê de li gelê Kurd û gelên din bi çarçoveya polîtîkayên pişaftinê ve, xistin pêvajoya helandinê.
‘Înkar berdewame’
KCD’ê bi bîr xist ku îro hemû kesên ku heşêwan li serê wane, baş dizanin ku polîtîkayên pişaftinê têk çûye û zirar daye Tirkiyeyê. KCD’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Lê ev qebûl kirin mixabin polîtîkayên pişaftinê ji holê ranake. Di makeqanûnê de û di hin zagonan de hişmendiya 80 salên ku red û înkarê diparêzin,di cihê xwe de ne. Hêja her roj bi zarokên Kurd û zarokên gelên din, sonda nijadperstî ku hebûna wan înkar dike, didinê xwendin.”
KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwestekên gelê Kurd anî zimên û da zanîn ku, Gelê Kurd wekî gelên dinên azad,dixwaze bi xwezayiya xwe ve bijî û Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin. KCD’ê wiha domand: “Kurd dixwazin zimanê xwe di hemû qadan de bi kar bînin. Ev daxwaz, daxwazeke herî xwezayî, mirovayî û rewa ye.”
Banga boykotkirina dibistanan
Lijneya Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê derbarê çalakiyên xwe yên ku dê pêş bixin de jî agahî da û wiha got: “Bi van sedeman; Kongreya Cîvata Demokratîk, ji bo balê bikşîne ser van polîtîkayan, bang li raya giştî dike ku di dema vekirina dibistanan de, di navbera 19 û 23 îlonê de dibistan 5 rojan bêne boykotkirin. Wek alternatîf jî, divê her kes li malên xwe û li meclîsên taxan, kursên zimên bidin destpêkirin û bi zimanê dayikê perwerde bibin.”
DÎHA/AMED