Heyeta KCD'ê ku ji bo li ser mijarên Hewler-Bexda, pirsgirêka Kurdên Rojava û Kongreya Neteweya Kurd çûn Herêma Federal a Kurdistanê, bi Serokê Herema Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Heyet li Qesra Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Selahaddinê hevdîtin pêk anîn. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk Serokatiya heyeta KCD'ê kir.

Heyeta KCD'ê ya ji endamên Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û kesên din, li Qesra Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Selahaddinê ziyaret kir. Heyeta KCD'ê ku ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd, Rojhilata Navîn, pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê yê di navbera Bexdayê û Hukûmeta Federal de û pirsgirêkên Kurdên Rojava ziyaret pêk anîn li ser çareseriya pirsgirêkan axivîn. Di hevdîtinê de Barzanî diyar kir ku venekirina deriyê sînor ne ji wî diqewime. Barzanî, da zanîn ku ji ber partiyên Kurd di nava xwe de nabin yek û li hev nakin deriyê sînor venabe. Barzanî, anî ziman ku ger bê xwestin dikani di navbera Çemê Dîcleyê û Gundê Qahirê yê Dohukê deri vekin.
Heyetê jî anî ziman ku fikara Tirkiye û DYA'yê ya vekirina derî ewe ku piştî deri bê vekirin Îran alîkariyê bide rejîma Esad. Di hevditinê de hate xwestin ku saziyên sivîl ên civakî alîkariya abori û zexîreyan bidin Kurdên Rojava. Daxwaza heyeta KCD'ê ya derbasbûna Sûriyeyê jî ji aliyê Barzanî ve erênî hate pêşwazîkirin.

'Em ji şer re jî amade ne'

Barzanî, di hevditina bi KCD'ê de diyar kir ku Kerkuk bajarê herêma Kurdan e û ev yek nabe mijara niqaşan jî. Barzanî, da zanîn ku Bexda dixaze Kerkukê ji Kurdistanê cuda bidne xuyakirin. Barzanî, da zanîn ku xala 140'an ji sala 2009'an de pêk tê û wiha got: "Gel helwesta xwe ji aliylê Kurdistanê de nîşan daye. Em di vî alî de gavan paşve navêjin. Hêzên Fermandaye Dicleyê nikarin bi Kurdan gavan bidin paşavêtin. Em gavan paşve navêjin û ger hewce be em ji şer re jî amade ne.
Hate zanîn ku mijara Kongreya Neteweya Kurd ji hate niqaşkirin û Barzanî erênî nêzî mijarê bû. Dîsa li ser pirsgirêkên yekitiya Kurdan jî niqaş hate neşandin û ji Barzanî hate xwestin ku di aliyê yekîtiyê de helwesta xwe zelaltir bike.
Heyet dê sibê qadên enfala Kurdan ên 182 hezar Kurd lê hatine qetilkirin ziyaret bike. 

DÎHA/HEWLÊR