KCD'ê bang li Serokwezîr kir û got "Em ji Serowezîr Erdogan ê ku got 'Heke PKK dest ji çekan berde em dê heta 2015'an pirsgirêka kurd çareser bikin' di pirsin. Gelo KESK'iyên duh hatin binçavkirin bi kîjan çekan hatin girtin? Gelo hûnê pirsgirêka kurd bi girtina sendîkavanan çareser bikin?"
Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê bi daxuniyekê piştgirî da kedkarên KESK'ê û operasyona li dijî KESK’ê pêk hat şermezar kir. Komeleya 78'an a Amedê, ÎHD, MAZLUMDER, TUHAD-FED, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek nûnerên din ên saziyên sivîl jî tevli daxuyaniyê bûn. Endamê Komîsyonê Yusuf Karataş daxuyanî xwend. Karataş, axaftina xwe bi şermezarkirina serdagirtina polîsan a li dijî Rojnameya Atilim û ETHA'yê dest pê kir. Karataş, diyar kir ku AKP êrîşî ked, aştî û demokrasiyê dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di bin navê KCK'ê de li dijî hemû hêzên gel û yên alîgirên demokrasî, aştî û kedê operasyonan pêk tîne." Karataş, anî ziman ku her roj ew bi binçavkirin û girtinan hişyar dibin û bal kişand ser operasyona KESK'ê û wiha axivî: "Operasyona li dijî rêveber û endamên KESK'ê pergala zilm û ramana zext û tepisandinê nîşan dide. Em ji Serokwezîr Erdogan ê ku got 'Heke PKK dest ji çekan berde em dê heta 2015'an pirsgirêka kurd çareser bikin' dipirsin. Gelo endamên KESK'ê yên duh hatin binçavkirin bi kîjan çekan hatin girtin? Gelo bi girtina sendîkavanan hûnê pirsgirêka kurd çareser bikin?. Hikûmeta AKP'ê li aliyekî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heviyan pêk tîne li aliyê din jî operasyonan berdewam dike." Karataş, da zanîn ku hemû kesên duh di operasyona KESK'ê de hatin binçavkirin kurd in û wiha pê de çû: "Hikûmeta AKP'ê çiqas ji yekîtiya têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna ked û demokrasiyê ditirse radixe berçavan. Gelê me li hemberî zilma AKP'ê serê xwe natewîn e."