KCD-E diyar kir ku êdî ew bi guman dinêrin ku ev komkujî ji aliyê dewleta kur ya Tirk û sazbûnên paralel ve pêk hatiye û bang li hikûmet Fransayê kir ku suîkastê ronî bikin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ev komkujî ne bûyreke ji rêzê ye û bi awayekî organîze û plankirî pêk hatiye, cînayteke siyasiye û got: “Kesên komkujiya Parîsê pêk anîn û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anine hemanin. Di salên borî de dewleta tirk, bi armanca ku rêveberên PKK’ê bikujin, bi dehan suîkast ceribandin. Sedema qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd, encama polîtîkaya dewleta tirk ya li ser gelê kurd e. Nivîskarên polîs yên tirk demeke dirêj di nivîsên xwe de gotin ku divê rêveberên PKK’ê bi suîkastan bên qetilkirin û bi dehan rojanmeyê ev nivîsî. Ev komkujî piştî vê pêk hat.”


Di qirkirinê de rola Ewrupa

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku zîhniyeta ku li girtîgeha Amedê îşkence pêk anî û Cansiz û hevalên wî qetil kir hemane û wiha pê de çû: “ Em baş dizanin ku kîjan hêz pirgirêka kurd diafirîne. Kurdistan li ku, kengî çawa hat parçekirin? Qikirin û îmhakirin çawa hat afirandin? Ev sed sale  kî li ser kurdan qirkirinê didomîne, kî piştgiriyê dide? Di vê mijarê de bê guman para dewletên Ewropa hene. Ji ber ku Kurdistan bi peymana Lozanê hat vê rewşê.  Di serî de jî Îngîlîstan û Fransa heye. Ev 90 sale dewletên Ewropa piştgiriyê didin qirkirina çandî.
Fransa çima bêdeng e? Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku der barê komkujiyê de rêveberiya Fransayê daxuyaniyek têr ya ku kurdan îqna bike nedaye û wiha tê gotin; Dadgeh çawa pêk bê, doz çawa bê dîtin, der barê van mijaran de plansaziyek nehatiye kirin. Bê guman para dewlet û polîsên Fransayê zêde ye.  Gelo em bi komkujiyeke navnetewî re rû bi rû ne? Ligel ku salek derbas bû, darizandinek cidî tune, ev jî gumanan zêde dike. KCD-E destnîşan kir ku berpirsyariya ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî dê bi bilindkirina têkoşînê û bîranîna wan bigijin serkeftinê banga tevlîbûna meşa 11’ê Çile kir.

BRUKSEL