Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Çarşema Sor di rewşeke ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn şer û pevçûnên dijwar û hewldanên mezin ên ji bo aştiyê de tê pîrozkirin û hat gotin, "Li gorî cewhera wê, bi hêviya ku bibe wesîleya hêviyên nû ji bo hemû gel û baweriyan, jiyana bi hev re ya wekhev, azad û vejînên Kurd em di serî de li gelê xwe yê Êzidî, tevahiya gelê xwe û hemû gelan pîroz dikin."
Di daxuyaniya KCD-E de bi wesîleya Cejna Çarşema Sor banga beşdariya li Festîvala Çanda Êzîdîya 19ê Nîsanê roja Şemiyê li bajarê Almanya Hannoverê hat kirin.
TEV-DEM’ê Çarşema Sor pîroz kir
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), cejna Çarşema Sor a civaka Êzidiyan pîroz kir û bang li welatiyan kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û yên koç kirine jî vegerin warên xwe.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê têkildari mijarê peyamek weşand. Di peyamê de bang li welatiyên Êzîdîhate kirin û wiha hate gotin: “Bi axa xwe ve werin girêdan û xaka xwe bernedin. Ev di heman demê de girêdanek exlaqî ye û divê gelê me yê penaber jî vegere welatê xwe. Ji ber ku ji bo demokrasî û jiyana hevbeş pêdiviya vî welatî bi wan heye. Bi munasebeta Çarşema Sor em berxwedana YPG/YPJ’ê silav dikin û dibêjin ku ew nûnertiya ruhê Zerdeştî û belavkirina exlaq û hezkirina welat dikin. Em bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîdan ditewînin.”
BRUKSEL/QAMIŞLO